Di encama bombebaranê de 4 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan
- 08:37 28 Hezîran 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama bomberana dewleta tirk a Çiyayê Qendîlê de 4 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Jin û zarok jî di nav de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 5 sivîl jî birîndar bûn.
Di encama bomberana dewleta tirk a Çiyayê Qendîlê de 4 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane yek jê jin e û yek jî zarokekî çar salî ye. Kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin nexweşxaneya li navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê.
Balafirên şer ên artêşa Tirk di 21'ê Tebaxa 2011'an jî bombe li wesayiteke sivîlan a li qada Kortekê barandibû û yek jê pitik, du jê zarok, yek jê jin heft kes ji malbatekê jiyana xwe ji dest dabûn.