Konferansa Çand û Huner a demokratîk bi dawî bû

  • 19:15 27 Hezîran 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - 6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Huner a Demokeratîk li Rojavayê Kurdistanê û ya Yekem a  Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi biryar û hilbjartina Meclisa Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi dawî bû. 
 
6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Huner a Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û ya yekem a Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ku bi dirûşmaya" Çand, Ziman û Erdinîgarî bedene li bedena xwe xwedî derkeve", dest pê kiribû, bi biryar û hilbijartina Meclîsa Çand û Huner a Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi dawî bû. 
 
Biriyarên hatin pêşxistin di çarçoveya aktîvkirin û xurtkirina xebatê Çand û Hunerê li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, aktîvkirina Akademiya Şehîd Yekta ya Perwerdê, Li beramberî komploya navnetewî û rûxandina sîstema Îmraliyê hemu komîte û beşên hunerê yê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya, têkoşîna azadiya Abdullah Ocalan weki mijara sereke esas digre. Ji bo berxwedana serdemê afirandina berhemên hunerî û lidarxistina çalakiyan erkê xwe dibînê, her wiha ji bo jin û zarokan pêşxistina derfetên xebatê. Mîhrîcanên şano, muzîk, govend, dengbêjî, fîlm û zarokan di demên cuda de werin li darxistin. Her mihrican dê li gorî derfetan peşengeh werin vekirin. Belgefîlmek jiyana hevbeş û demokratik a gelên Surî were amadekirin. Biryarenên ku di Konferansa Kevana Zêrîn de hatine girtin, di asta gişti de wê werin pekanin. 
 
Her wiha 52 kes ji bo Meclîsa Çand û Huner a Demokratîk a Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê hat hilbjartin û du hevserokên nû yên Çand û Huner ji bo Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê hatin hilbjartin. 
 
Hunermend Diyar Dêrsim stran got. Konferans bi dirûsma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.