DAIŞ'ê êrîşî gundê Mûsûlê kir û 2 jin qetil kir

  • 14:03 27 Hezîran 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê Xezrecî yê ser bi parêzgeha Nînova kirin. Di êrîşê de 2 jin hatin kuştin. Her wiha gelek zarok û serokeşîrek ji birîndar bûn.
 
Li gorî çapemeniya Iraqê, îro danê sibehê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê Xezrecî yê qezaya Baec ê rojavayê Nînova kirin.  Rûniştvanên gund bersiva çeteyan dane. Di êrîşê de 2 jin hatin kuştin. Gelek zarok birîndar bûn. Her wiha serokeşîrê bi navê Batah Gehêt birîndar bû.