Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 12:34 27 Hezîran 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtiye Rezan Sarica, Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo ku biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.
Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22'ê gulanê û 12-18'ê hezîranê de bi muwekîlê xwe re 4 caran hevdîtin pêk anîne.