Polîsan bi ser mala Endama Meclisê ya HDP'yî de girt

  • 12:16 27 Hezîran 2019
  • Rojane
RIHA - Polîsan li Serêkaniyê bi ser Mala Endama Meclisa Şaredariyê ya HDP'yî Dîlan Albay ya ku bi malbata xwe re dijiya kir. Li gel Dîlanê bav, dayik û xuşk û biryayê wê binçav kirin. Polisan di serdegirtinê de drone jî bi kar anî û hewşa malê kolandin. 
 
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, polisan di saetên serê sibehê de bi ser mala Endama Meclisa Şaredariya Serêkaniyê ya HDP'î Dîlan Ablay de girt. Polisên ku mal dorpêç kirin, di serdegirtinê de drone jî bi kar anîn, deriyê malê şikandin û demeke dirêj li malê lêgerîn kirin. Piştî lêgerîna malê polisan Dîlan, dayik û bavê wê û brayê wê Baran Ablay û xwişka wê ya di bin 18 salan de jî binçav kirin. Polisan piştî kontrolkirina tendrustiyê hemû ferdên malbatê yên binçav kirin birin Miduriyeta Polisan a Serêkaniyê. 
 
Polisên ku di dema serdegirtinê de kepçe jî bi xwe re anîbûn diwarên hewşa malê hilweşandin û hundirê hewşê kolan. Hat ragihandin ku polisan darên di hewşê de jî ji kok ve rakirine. Her wiha polisan bi ser mala kalê Ablay, Zubeyîr Ablay (73) de jî girtin. Polisan di vê serdegirtinê de jî deriyê malê şikandin û Zubeyîr Ablay derb kirin. Zubeyîr piştî serdegirtinê çû Nexweşxanya Dewletê ya Serêkaniyê rapora "nikare kar bike" girt.