‘Ji bo hinek tişt biguherin em hatin cem hev’
- 09:28 27 Hezîran 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Ji Tora Têkoşîna Li dijî Şîdetê jinan diyar kirin ku ya ku çalakbûna vê torê diyar bike piştgiriya civakê ye û divê sazî bi lez tevlî bibin û pêkhatina mekanîzmaya hilberandina çareseriyê ye.
Tora Têkoşîna Li dijî Şîdetê platformeke ku bi armanca li dijî şîdeta li ser jinê bi odeyên pîşeyî û rêxistinê têkoşînê bimeşîne hat avakirin. Bi îmzeya Komeleya Jinan a Rosa, Navenda Mafê Jinan a Baroyê, navenda Mafê Zarokan a Baroyê, Komîsyona Jinan ÎHD’ê, Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê mezin a Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Egîtîm Sen, SES’ê di 7’ê Adarê de hat avakirin.
Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Ruken Erguneş û endama Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) Arîn Zumrut, der barê armanc û hedefa torê de axivîn.
‘Şîdet pirsgirêka me hemûyan e’
Ruken Erguneş da zanîn ku bi OHAL’ê re saziyên jinan hatine girtin, di qada têkoşîna bi şîdetê re valahiyek cidî ava bûye û ji bo ev vala tije bibe Komeleya Jinan a Rosa ava kirine. Rukenê bi lêv kir ku ji bo xebatek organîzekirî û kolektîf bimeşînin protol îmze kirine û Tora Têkoşîna Li dijî Şîdetê ava kirine û wiha pê de çû: “Em hemû rastî şîdetê tên. Ji bo em zêdetir deng derbixin hatin cem hev. Ji avabûna me heta niha gelek serlêdan hatine. Di hemû serlêdanan de me bi saziyên xwe yên hevpar re xebat meşand. Em her diçin jî mezin dibin.”
‘Em organîze dibin çareseriyê pêk tînin’
Rukenê destnîşan kir ku ji ser saziyan dikare serlêdan bê kirin û berê wan didin qadên têkildar û ev tişt daxuyand: “Ji bo her serlêdana tê Tora Têkoşîna li dijî Şîdetê, ji saziyan piştgiriya psîkolog tê dayîn, ya parêzeran tên dayîn. Di şîdetek fîzîkî de jî em serî li piştgiriya hevalên xwe yên qada tenduristiyê didin. Ji ber vê em zêdetir organîzekirî encamê digirin. Yek ji plansaziyên me dane ber xwe dane ne. Em hedef dikin ku tabaneke daneyê ava bikin û xwe hêsantir bigihînin kesên rastî şîdetê hatine. Bi saya vê em ê di têkoşîna li dijî şîdetê de em ê zêdetir xurt bibin.”
‘Ji bo hinek tişt biguherin em hatin cem hev’
Arîn Zumrut jî diyar kir ku ji şîdeta dewletê heta şîdeta mêr rastî her cureyê şîdetê tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo hinek tişt biguherin divê her sazî bi awayekî rêxistinkirî deng derxe. Em bi vê baweriyê hatin cem hev. Di civakê de nêrîneke ku şîdet bê veşartin heye. Di mijara têkoşîna li dijî şîdetê de mirov ne xwedî fikir in ku serî li ku bidin. Dema me ev Tor ava kir em bi fikra yek derî derketin rê. Jinên Amedê wê êdî ji hev xwedî agahî bin. Ger jinek rastî şîdetê hatibe wê navnîşana xwe bizane. Damezrandina me rastî dema pêvajoya qeyûm hat. Di vê pêvajoyê de hemû saziyên jinan hatibûn girtin. Jin terkî neçarebûnê kiribûn. Em dizanin ku wê tor pir zû belav bibe. Em dipên ku hemû jin hestiyariyê nîşan bidin. Her wiha armanca me ev e ku em torê bi her kesî bidin nasîn. Ya ku çalakbûna torê diyar bike jî piştgiriya civakê ye.”