‘Li Girtîgeha Şakranê rêbazên cureyên îşkenceyê zêde dibin'
- 09:25 27 Hezîran 2019
- Rojane
MÊRSÎN - Nafiye Çoban diyar kir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê keça wê Şehrîban û girtiyên din yên girtîgeha Şakranê dimînin nehatine dermankirin û got rewşa keça wê cidiye û divê demildest bê dermankirin.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên di 8’ê mijdara 2018’an de bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe, li girtîgehan hatibûn destpêkirin 200 rojî berdewam kir û piştî hevdîtina 8 salan şûnde bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hat kirin, di 26’ê gulanê de çalakî bidawî bûn. Piştî çalakiyan li gelek girtîgehan girtî rakirin nexweşxanê û dermankirin û hinek jî rakirin revîrên kampusên girtîgehê. Li hinek girtîgehan sewk dereng hat kirin û mafên girtiyan hat xestpkirin. Yek ji van girtîgehan jî ya Şakranê bû.
Nafiye Çoban ya piştî çalakiyan di 27’ê gulanê de çû hevdîtina keça xwe Şehrîba Çoban ya li girtîgeha Şakranê ye, bi hinceta ‘qedexeye’ negirtin hundir. Piştî hewldanên demdirêj bi keça xwe re hevdîtin kir. Nafiye hîn bû ku girtî di bin navê dermankirinê de bi şîdeta psîkolojîk û îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Nafiyeyê li ser vê yekî serî li ÎHD’a Îzmîrê da.
‘Hevdîtin veguhertina kabusê’
Nafiyeyê der barê rewşa keça we Şehrîban û geşedanên li girtîgehê de wiha got: “Du keçên min li girtîgehê di grevê de bûn. Çawa grev bidawî bû em çûn Îzmîrê. Çûm hevdîtina Şehrîbanê. Gotin ‘qedexe ye’. Gelek dayik hatibûn. Em ketin nav hewldanan û herî dawiyê, me hevdîtin pêk anî. Rewşa keça min nebaş bû. Min nas nekir. Nikaribû rabe ser piyan. Çawa rabû diket erdê. Keça min got gardiyan ketine koxuşê her der serobino kirine. Tevî 2 roj di ser grevan de derbas bibû ew nebirin nexweşxanê. Piştre bi rîngê birine nexweşxanê û rastî heqeret û dijûnên leşkeran hatine. Rêveberiyê hevdîtin veguherstine kabusê.
'35 kes xistin odeyekê 4 nivîn heyî'
Nafiyeyê vegotinên Şehrîbanê wiha ragîhand: “Em nebirin nexweşxanê birin revîrê. Em 35 kes xistin odeyekê. 4 nivîn li wê odeyê hebûn. Ji ber cih tunebû hinek heval nikarin rûnên. Digotin bêjin ‘bijî serok Erdogan’ û dijûn dikirin. Dema serum li me dixistin wek îşkencê bû. Bi awayekî tûnd derzî lê didan. Dijûn dikirin. Li revîrê em rastî êrîşa cendermeyan hatin. Çawa em hatin girtîgehê wek mirovên normal xwarin dianîn ji me re.”
Nafiyeyê got ji hevdîtina dawî û şûnde neçûye hevdînê û got rewşa keça wê cidiye û divê demildest li nexweşxanê bê dermankirin.