Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 12:25 18 Hezîran 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Ozgur Faîk Erol, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Cengiz Yureklî, bi armanca biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica, pişti 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê, cara duyemîn di 22’yê Gulanê de û herî dawî jî, di 12’ê Hezîranê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.