Malbata keça wan ketiye nava tora çeteya şantajê giliyê Ozcan Polat kir
- 13:29 1 Mijdar 2024
- Rojane
Oznur Deger
WAN - Jina bi navê B.A ya ku keça wê ya 19 salî ji aliyê Ozcan Polat ve ket nava tora çeteya şantajê der barê Ozcan Polat de serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da û giliyê Ozcan Polat kir.
Dayika jina 19 salî B.A. ya ku ji aliyê ajansa me ve hat teşhîrkirin û ket nava koma şantajê ya ji aliyê Ozcan Polat ve tê birêvebirin, der barê Ozcan Polat de serlêdana sûc kir û serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da. Ajansa me çeteya şantajê ya ji aliyê Ozcan Polat ve tê birêveberin teşhîr kir.
Daxwaznameya gilîkirina B.A.yê wiha ye:
“Keça min niha 19 salî ye. Di Cotmeha û mijdara 2023'yan de, ew dem bi dem derdiket derve da ku bi hevalên xwe yên ji taxê re bigere. Piştî demekê, keça min got ku ew li navenda telefonê kar dike û li ser komputerê dixebite. Bi roj bi giştî saet di navbera 12.00 û 13.00’an de ji malê derdiket û êvarê di derdora seat 19.00’an de vedigeriya malê. Dema ji malê derdiket, kesê bi navê Ozcan Polat ê ku ez paşê navê wî hîn bûm, bi wesayiteke gewr û spî dihat û keça min dibir. Dîsa paşê ez hîn bûm ku keça min bi rastî ne li navenda telefonê dixebitî, bi kesekî bi navê Ozcan Polat re ye û Ozcan ew kiriye tora tiryakê. Di vê navberê de dema ku min ji keça xwe pirsî ka kesên ku hatine wê bi wesayitê bigirin kî ne, got ku ev kes patronê wê ye, behsa Ozcan kir. Rojekê ku nayê bîra min, par di meha cotmehê û mijdarê de, min Ozcan Polat li ber derî dît, ku hat keça min bi otomobîlê bigire. Ez derketim derve û min pê re hevdîtin kir. Wî ji min re got ku keça min emanetî wî ye û ew ji bo wê dixebitî. Her wiha got ew keça min bi otomobîlê hildide ku wê bibe kar û piştî kar jî ew tîne malê."
Ez hîn bûm ku wan wêne û vîdeoyên taybet ên keça min kişandine
Keça min paşê derengê şevê dest bi hatina malê kir. Piştî demekê bi rojan nehat malê. Dem bi dem dema min telefonî keça xwe dikir, digot ez bi Ozcan û hevalên wî re me. Dema ku ez ji vê rewşê aciz bûm ez li keça xwe geriyam û min jê pirsî ka ew li ku ye û çima nayê malê. Giriya û got ku pêwîstiya wê bi alîkariyê heye. Dema ku min û kurê xwe yê 16 salî li cihê keça xwe lêkolîn kir, min zanî ku keça min bi Ozcan Polat û hevalê wî yê bi navê Azad ê ku paşnavê wî nizanim ku niha di girtîgehê de ye, di malekê de rûdine. Wan wêne û vîdeoyên taybet ên keça min kişandine. Piştî ku keça min vedigere malê yekser diçe cem Ozcan, bi taybetî jî dema ku ew telefon dike."
Kesê bi navê Ozcan keça min bi xwe ve girê daye
Kesê bi navê Ozcan keça min bi xwe ve girêdaye. Bi qasî ku ez fêm dikim kesê bi navê Ozcan Polat şantajê li keça min dike. Di vê sala dawî de dema keça min hat malê, min ji tevgera wê fêm kir ku ew ne bi xwe ye. Nêzîkî mehek û nîv an du meh berê, di rojek havînê de ku nayê bîra min, min bala xwe dayê ku li ser rûyê keça min şopên derbeyê, li ser destê wê şopên vemirandina cixareyê û li milê wê jî şopên birînê hene. Dema ku min jê pirsî ka ev birîn çawa çêbûye, ji min re got ku bi hevalên xwe re şer kiriye, lê ji xaltîka xwe re got kesê ku lê xistiye Ozcan e. Ji ber ku keça min tim nehat malê û madeya hişbirê bi kar anî vê bandor li min kir û ji bo ku bi biryara dadgehê were astengkirin min serlêdan kir. Dosyaya ku me bi daxwaza qedexeyê vekiribû hê jî li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê vekirî ye.
Ji ber ku hesap nehate naskirin îfadeya wî nehat girtin
Di encama nûçeya 'çeteya şantajê' a ajansa nûçeyan a JINNEWS'ê de keça min hat malê û got, 'Te ez xerab kirim, hûn ê vê nûçeyê rakin'. Ji ber ku kurê min ê 16 salî dem bi dem diçû keça min ji Ozcan bigire, kesê bi navê Ozcan li ser medyaya civakî ji kurê min re peyamên tehdîdê dişîne. Li ser vê yekê em çûn Midûriyeta Polîsan a Wanê. Lê belê îfadeya kurê min bi hinceta ku peyamên ji hesabê wî yê medyaya civakî re hatine şandin ne hesabê kesê bi xwe ne û ji ber vê jî nayên teşhîskirin nehat girtin. Kesê bi navê Ozcan Polat ê ku keça min elimand madeya hişberê tundiyê, şantajê lê dike û gefê lê dixwe. Loma min giliyê wî kir."