Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-06-18 12:25:42   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Ozgur Faîk Erol, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Cengiz Yureklî, bi armanca biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica, pişti 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê, cara duyemîn di 22’yê Gulanê de û herî dawî jî, di 12’ê Hezîranê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.