‘Perwerde di avakirina civakê de bingeh e’
- 09:03 18 Hezîran 2019
- Rojane
Sara Şêx Hesen
HELEB - Derbarê rewşa perwerdeya li dibistanên Şêx Meqsûdê yên Helebê de Endama KPCD'ê Zahîda Reşîd got: "Perwerde di bingehê de çand, ziman, ehlaq e. Îro ziman û çanda gelan zindî dibe."
Perwede di jiyanê de bingeha xwebirêvebirinê ye. Ji bo civak li ser bingehek xwedî ehlaq û polîtîk bê avakirin girîg e. Li dibistanên Taxa Şêx Meqsûdê jî êdî perwerdeya bi zimanê dayikê tê dayîn. Ev sal jî ji bo şagirtan pir sekeftî derbas bû û bawernameyên xwe girtin. Derbarê perwerdeyê û bandora wê ya li ser civakê de Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê Zahîda Reşîd ji ajansa me re axivî.
‘Armanca me perwerdekirina zarokan e’
Zahîdayê diyar kir ku armanca wan pewerdekirina nifşekî li ser binegehek demokratîk e û wiha dom kir: "Zimanê Kurdî rastî gelek êrîşan hat, lê îro ziman û çanda gelan di pergala me de zindî dibe. Di aliyê çand, ehlaq û rêxistinbûyînê de gavên mezin hat avêtin. Ji bo pêşeroja şagirtên xwe em ê her têbikoşin."
Zahîde wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hêvî dikin zarokên me zêdetir pêş bikevin. Divê em peywira xwe bînin cih ku zarokên me di her qadê de pêş bikevin."