‘Perwerde di avakirina civakê de bingeh e’ 2019-06-18 09:03:04   Sara Şêx Hesen    HELEB - Derbarê rewşa perwerdeya li dibistanên Şêx Meqsûdê yên Helebê de Endama  KPCD'ê Zahîda Reşîd got: "Perwerde di bingehê de çand, ziman, ehlaq e. Îro ziman û çanda gelan zindî dibe."   Perwede di jiyanê de bingeha xwebirêvebirinê ye. Ji bo civak li ser bingehek xwedî ehlaq û polîtîk bê avakirin girîg e. Li dibistanên Taxa Şêx Meqsûdê jî êdî perwerdeya bi zimanê dayikê tê dayîn. Ev sal jî ji bo şagirtan pir sekeftî derbas bû û bawernameyên xwe girtin. Derbarê perwerdeyê û bandora wê ya li ser civakê de Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê Zahîda Reşîd ji ajansa me re axivî.    ‘Armanca me perwerdekirina zarokan e’    Zahîdayê diyar kir ku armanca wan pewerdekirina nifşekî li ser binegehek demokratîk e û wiha dom kir: "Zimanê Kurdî rastî gelek êrîşan hat, lê îro ziman û çanda gelan di pergala me de zindî dibe. Di aliyê çand, ehlaq û rêxistinbûyînê de gavên mezin hat avêtin. Ji bo pêşeroja şagirtên xwe em ê her têbikoşin."   Zahîde wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hêvî dikin zarokên me zêdetir pêş bikevin. Divê em peywira xwe bînin cih ku zarokên me di her qadê de pêş bikevin."