Li Stockholm, Malmo û Osloyê çalakiyên azadiyê

  • 14:19 1 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-Skandînavya û NCDK-Skandînavya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang kirin ku tevlî meşên navendî yên li Stockholm, Malmo û Osloyê bibin.
 
Çalakiyên "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li Ewropayê bi çalakiyên cuda didomin. YJK-Skandînavya û NCDK-Skandînavya ji bo meşa ku bê lidarxistin daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê kir.
 
Di daxuyaniya hevpar a YJK-Skandînavya û NCDK-Skandînavya de hate gotin, "Çalakiyên 'Em Rêberê xwe azad bikin' yên navbera 1 û 16'ê Mijdarê ku di vê dema dîrokî de têne lidarxistin gelekî girîng in." Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîdê hate kirin û ji bo sala duyemîn a pêngava navneteweyî ya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" banga tevlîbûneke xurt hate kirin.
 
Di daxuyaniyê de bang li Gelê Kurd, jin û dostan ên li Stockholm, Malmo û Osloyê hate kirin ku ji bo xwedîderketina li nirx û paşeroja xwe, ji bo azadiya Rêbertî dengê xwe bilind bikin.