'Armanc parastina jinan e'

  • 13:54 14 Hezîran 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Kongreya damezrîner a meclisa Jinê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi nîqaşên jinan didome.
 
Yekemîn Kongreya damezrîner a meclisa jinê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ku bi dirûşma " Yekîtiya Jinên Azad misogeriya Sûriyeya Demokratîk e", ku ji seatên sibehê li hola Beylesan a navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo dest pê kir, niha bi nîqaşên jinan didome.
 
Piştî xwendina rapora Komîteya Amedekar ya Kongreyê niha jinên netewên ji bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, jinên ji dervî Sûriyê tevlî bûne nîqaşan dikin, nerînên cuda yê jin hene lê belê di nîqaşan de ev derdikeve ku  ev Kongre gavek dîrokî ye û bi nirx e ji bo jinên Sûriyê û Rojhelata navîn. Her wiha di nava nîqaşên kongreyê de tiştê ku derket pêş divê tevahî jin têkoşîna li bermberî hişmendî  û zihniyeta desthildar bidin meşandin, destûrek Sûriyê ku mafê jin biparêze ava bikin. Nîqaş hîn berdewam in, wê paşê rêziknameya Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê were xwendin û nîqaş kirin her wiha dê were sererastkirin li gorî nîqaşan. Dê herî dawî jî Koordinasiyona Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê were hilbijartin.
 
Kongre bi nîqaşan didome.