'Armanc parastina jinan e' 2019-06-14 13:54:06   QAMIŞLO - Kongreya damezrîner a meclisa Jinê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi nîqaşên jinan didome.   Yekemîn Kongreya damezrîner a meclisa jinê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ku bi dirûşma " Yekîtiya Jinên Azad misogeriya Sûriyeya Demokratîk e", ku ji seatên sibehê li hola Beylesan a navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo dest pê kir, niha bi nîqaşên jinan didome.   Piştî xwendina rapora Komîteya Amedekar ya Kongreyê niha jinên netewên ji bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, jinên ji dervî Sûriyê tevlî bûne nîqaşan dikin, nerînên cuda yê jin hene lê belê di nîqaşan de ev derdikeve ku  ev Kongre gavek dîrokî ye û bi nirx e ji bo jinên Sûriyê û Rojhelata navîn. Her wiha di nava nîqaşên kongreyê de tiştê ku derket pêş divê tevahî jin têkoşîna li bermberî hişmendî  û zihniyeta desthildar bidin meşandin, destûrek Sûriyê ku mafê jin biparêze ava bikin. Nîqaş hîn berdewam in, wê paşê rêziknameya Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê were xwendin û nîqaş kirin her wiha dê were sererastkirin li gorî nîqaşan. Dê herî dawî jî Koordinasiyona Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê were hilbijartin.   Kongre bi nîqaşan didome.