Şewata li Omeryanê berdewam dike

  • 14:51 13 Hezîran 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Şewata li Omeryanê ku li gundê talatê û li 3 gundên nêzî wî dest pê kir hîna berdewam dike. Heyeta ku ji bo agir   vemirîne xwest biçe 
 
herêmê  bi astengiya leşkeran re rûbirû ma û ji heyetê re hat gotin; "Hûn niha nikarin mudaxele bikin piştî ku şewat gîha gundan hûn dikarin mudaxele 
 
bikin."
 
Di salên dawîn de her sal bi hinceta 'operasyon heye' çiyayên Omeryanê ku tên şewitandin vê salê jî şewata yekem hat destpêkirin. Şewata li Omeryanê 
 
ku li gundê talatê û li 3 gundên nêzî wî dest pê kir hîna berdewam dike.  Gundiyên ku derbarê şewatê de agahî dan, diyar kirin ku beriya şewatê dengê 
 
bombeyê hatiye û agahiya operasyon heye girtine. 
 
Hevdîtina di navbera leşker û keyayên gund de ya ji bo vemirandina şewatê  berdewam dike. Hat aşkerakirin ku heyetek ji partiya Demokratîk a Gelan 
 
(HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk tê ku xwestin biçin gund ji aliyê leşkeran ve li gundê Çalê hatiye rawestandin  û leşkeran ji heyetê re 
 
gotiye; "Agir hîna negîhaye gundan ger ku gîha gund em ê destûrê bidin ku hûn mudaxele bikin. "
 
Bendemayîna gelê gund û ya heyetê berdewam dike.