TJK-E Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir

  • 15:57 1 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E, Bbi daxuyaniyek 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî silav kir û got: "Gelê Kurd di şexsê Kobanê de têkoşîn nîşanî hemû cîhanê da."
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got: "Di Şoreşa Rojava de em em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê Şoreşa Jinan a Rojava ku wan ji me re weke mîrateyekê hiştiye, zêdetir biparêzin û bigihînin astên bilindtir."
 
Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:
 
"Şoreşa Rojava a ku di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de bi têkoşîna mezin a gelê Rojava pêk hatî, veguherîye têkoşîneke bêhempa ku li seranserê cîhanê mînakên wê tune ne û hemû mirovahiya li seranserê cîhanê kiriye yek û li hemberî tarîtiyê, ronahî, li hemberî xirabiyê jî bedewî afirandiye.
 
Dewleta Tirk a ku têkoşîna Gelê Kurd qebûl nekiriye, DAIŞ û hemû çeteyên girêdayî wan ji bo ku vê têkoşîna dîrokî têk bibin, hewl dane ku qirkirinên mezin pêk bînin û dest bi dizî û talanê kirine. Lê belê têkoşîna gelê Rojava ya dîrokî ji sînorên welatan derbas bûye û veguheriye têkoşîneke gerdûnî.  Di şexsê Arîn Mîrkanan de fedaîtî û têkoşîna jinên kurd, mohra xwe li Şoreşa Rojava dane û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguheriye rastiyeke jiyanê.  Têkoşîna jinên Kurd, DAIŞ û dewleta Tirk a ku piştevaniya wê dikir, li Girê Miştenûrê binax kiriye û ew têk birine. Gelê Kurd li gel serhildanên ku li hemû Kurdistanê dest pê kirine, di şexsê Kobanê de têkoşîn nîşanî hemû cîhanê daye.
 
Dewleta Tirk a ku şoreşa ji deh salan zêdetir e pêkhatî, qebûl nake, di roja me ya îroyîn de jî li Kobanê qadên jiyana sivîlan û xwezayê bombebaran dike,  zarok, jin û mirovên temenmezin jî di nav de welatiyan qetil dike.  
 
Em weke TJK-E’yê soz didin ku em ê li dijî van êrişan her roj li qadan bin û têkoşîna azadiyê mezintir bikin. 
 
Em dubare dikin ku em ê Şoreşa Jinan a bi ked û bedêlên mezin hatî bidestxistin, bigihînin astên bilindtir û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî silav dikin."