Şewata li Omeryanê berdewam dike 2019-06-13 14:51:26   MÊRDÎN - Şewata li Omeryanê ku li gundê talatê û li 3 gundên nêzî wî dest pê kir hîna berdewam dike. Heyeta ku ji bo agir   vemirîne xwest biçe    herêmê  bi astengiya leşkeran re rûbirû ma û ji heyetê re hat gotin; "Hûn niha nikarin mudaxele bikin piştî ku şewat gîha gundan hûn dikarin mudaxele    bikin."   Di salên dawîn de her sal bi hinceta 'operasyon heye' çiyayên Omeryanê ku tên şewitandin vê salê jî şewata yekem hat destpêkirin. Şewata li Omeryanê    ku li gundê talatê û li 3 gundên nêzî wî dest pê kir hîna berdewam dike.  Gundiyên ku derbarê şewatê de agahî dan, diyar kirin ku beriya şewatê dengê    bombeyê hatiye û agahiya operasyon heye girtine.    Hevdîtina di navbera leşker û keyayên gund de ya ji bo vemirandina şewatê  berdewam dike. Hat aşkerakirin ku heyetek ji partiya Demokratîk a Gelan    (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk tê ku xwestin biçin gund ji aliyê leşkeran ve li gundê Çalê hatiye rawestandin  û leşkeran ji heyetê re    gotiye; "Agir hîna negîhaye gundan ger ku gîha gund em ê destûrê bidin ku hûn mudaxele bikin. "   Bendemayîna gelê gund û ya heyetê berdewam dike.