Di şerê mêran de jinek hat qetilkirin jinek jî birîndar bû
- 11:22 9 Hezîran 2019
- Rojane
KASTAMONU - Li Kastamonûyê mêrê bi navê Kadir Gideroglu yek jê jin 2 kes qetil kir û jinek jî bi giranî birîndar kir.
Li Gundê Bozarmut ê Navçeya Îhsangaziya Kastamonûyê mêrê bi navê Kadir Gideroglu (64) di şerê ji bo erdan de xizmên xwe Mehmet Gideroglu, Huseyin Gideroglu, Merve Gideroğlu û Merve Gideroglu birîndar kir. Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê bûn. Tevî mudaxaleya ekîbên tenduristiyê jî Merve, Huseyin û Mehmet jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn ku talûkeya jiyanî ya Gulşenê jî didome.
Hat hînbûn ku Kadir Gideroglu hat binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.