Bi şahiyekê ji Akademiya Ferhat Kurtay mezûn bûn

  • 12:37 8 Hezîran 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Akademiya Ferhad Kurtay di sala 2014'an de heta îro bê navber xwendevanan perwerde dike û îro bi şahiyekê xwendevanan mezûnbûna xwe pîroz kirin. 
 
Di sala 2014'an de Akademiya Ferhad Kurtay hat vekirin. Ji wê deme heta îro xwedevanên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) li akademiyê perwerde dibin. Xwendevanên ku perwerde dîtin bi şahiyekê mezûn bûn. Çalagerên greva birçîbûnê Fadîle Tok û Nasir Yagiz, ên ku piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe bi dawî kiribûn jî tevlî şahiyê bûn. Her wiha nûner û endamên sazî û dezgehên wargehê jî tevlî şahiyê bûn. Di destpêka şahiyê de endema Koma Amarayê Bermal Çem û Baran derketin ser dikê û stranên xwe gotin. 
 
'Civan û zarok dê bibin pêşeng' 
 
Piştî stranan Hevseroka wargehê Fîlîz Budak axaftinek kir û bal kişand ser akademiyê û wiha got: "Akademiya Ferhad Kurtay li dijî pergala perwedeya pergala kapîtalîs, perwerde dide. Akademî li ser bingeha pergala Netewa Demokratîk perwerdê dide. Ji bo ciwan û zarokên me bikaribin di pêşerojê de ji civakê re bibin pêşeng di her alî de tên perwerde kirin. Ji ber ku Rêberê me ji bo zarokên Mexmûrê dibêjî 'Zarokên min' divê çi pêwist be divê em bikin."
 
'Divê tecrîd bi tewahî rabe'
 
Çalakvan Nasir Yagiz di axaftina xwe de qala tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di serî de ez Rêber Apo silav dikim û bejina xwe li ber Rêbertî û hemû şehîdên şoreşê ditewinim. Ev demek dirêj bû ku li dijî tecrîdê me di nav berxwedanê de bûn. Em ji bo her tiştî amade ne. Heta tecrîd bi tewahî rabe çi hewce be em ê bikin."
 
'Berxwedan bi ser ket'
 
Çalakvan Fadîle Tok di şahiyê de destnîşan kir ku berxwedaneke bê hempa hat nîşandan û wiha axivî: "Em dikarin bêjin berxwedan bi ser ker. Hevalên li zindanan di vê pêvejoyê de berxwedaneke bê hempa dan meşandin. Her wiha li dervê jî berxwedanek hebû. Îro ji her aliye de êrîş li ser me tê meşandin. Kurdistan tê dagirkirin pêwiste em rê nedin vê yekê."
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.