'Roj bi roj kulîlkên Êzidîxanê tên rizgarkirin'

  • 09:11 7 Hezîran 2019
  • Rojane
Almas Naiyf / Viyan Saîd
 
ŞENGAL - 13 jin û zarokên ku ji aliyê DAÎŞ'ê  ve hatibûn revandin û ji aliyê  QSD'ê ve hatin rizgar kirin bi merasîmekê ji aliyê PADÊ ve radestî malbatên xwe hatin kirin. Malbatan kêyfxeşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku îro jiyan carek din nû bû ye. 
 
Di 8 tebax’a 2014’an de Êzidî bi erîşên DAÎŞ’e ve bi qirkirine re rû bi rû mabûn. Bi hezaran jin û zarokên Êzidî jî ji aliyê DAÎŞ’e ve hatibûn revandin. Bi sedan jin û zarokên ezidi ji aliyê QSD'êi ve ji destê DAÎŞ’e hatin rizgar kirin. Duh 13 jin û zarokên Êzidî yên ku ji aliyê QSD'ê ve hatibûn rizgar kirin gihaştin malbatên xwe. 
 
Li gel malbatên yên rizgar bûyî gelek kes jî ji bo peşwazî kirina 13 jin û zarokan li navenda PADE ya bajarokê Sinune amade bûn. Kesên ku hatinê rizgar kirin ji aliyê PADE ve radestî malbate wan hatin kirin. Dayikan der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn û hest û ramanên xwe anîn ziman. 
 
'Kulîlkên Êzidîxanê tên rizgarkirin'
 
Malbatên esîrên ku rizgar bûne kefxweşiya xwe anîn ziman. Dayika bi navê Heyo Hecî kefxweşiya xwe bi vî awayî anî ziman: "Em îro gelekê kefxweşin. Ji ber ku şervanên QSD'ê 13 jin û zarokên me ji destê wan rizgar kirin. Me rojek bawer nedikir ku em carekê din bigehejin hevdû. Piştî ku me jin û zarokên xwe yên ji destê DAÎŞ’e rizgar bûnê dît hêviyên me mezin bû. Ez hevidarim ku ew jin û zarokên me yên destê DAÎŞ’e manê ew jî rizgar bibin û bigehejin ser ax û malbatên xwe. Ew jî kêyfxweşiya ku em îro dijîn bikaribin bijîn roj bi roj kulîlkên Ezidxanê tên rizgarkirin. Ne tenê yên îro rizgar bûne, em hêvîdarin yên di destê wan de ma ne hemû rizgar bibin. Ev 5 sal in me tu agahî ji wan nedigirt. Ez spasiya xwe hemû şervanên QSD dikim. Em gelek kefxweşin lê ji aliyekê jî ez gelek xemgînim. Ji ber ku hîna jî bavê min û keçên xuşka min destê DAÎŞ’e de ye.” 
 
'Îro jiyana me carekî din nû bû'
 
Dayika  bi navê Meyan Qasim  kefxweşiya xwe bi van gotinan ani ziman: “Ji bo me îro rojekê taybet û rojekê kefxweşiye ye. Îro ji nûve gulên me pişkivîn. Ev 5 sal in jin û zarokên me di destê DAÎŞ’e de bû û me tu agahî ji wan nedigirt. 13 jin û zarokên me ji aliyê şervanên QSD ve hatin rizgar kirin. Me tu carî bawer nedikir ku piştî 5 salan carekî din em hevdû bibînin. Em çi jî bejin em nikarin kêyfxweşiya xwe bînin ziman. Îro jiyana me carekî din nû bû. Îro ji bo me hemûyan rojekî gelek giring û cihe kefxweşiye ye.”
 
'Me bawer nedikir ku em van rojan bibînin'
 
Dayika bi nave Kurê Revo jî herî dawî kefxweşi û hestên xwe wiha got: “Em gelek spasiya wan şervanan dikin ku ev roja kêyfxweş bi me dan jiyan kirin. Zarokê me ji destê DAÎŞ’e rizgar bûn û gihaştin me. Ez spasiya şervanên QSD û Mala Ezdiyan dikin ku esirên me rizgar kirin û radestî me kirin. Spasiya hemû kesen ku bûne alîkar dikin. Ez hevîdarim ku şervanên QSD yên destê DAÎŞ’e de jî mane rizgar bikin. Her çiqas ez heviya vê roje jî bim min disa jî bawer nedikir ku em van roja bibînin. Rojek ji rojekî zûtir yên ku mane jî rizgar bibin û bigehejin malbat û ser axa xwe.”