Pervîn Buldan: Azadî û aştî dê bi çûyîna AKP'ê pêk bê

  • 17:38 6 Hezîran 2019
  • Rojane
QERS - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan  ji bo pîrozbahiya cejnê çû Qersê û wiha got: “Azadî û aştiya vî welatî bi çûyîna AKP’ê dê were. Em li benda 23’ê hezîranê ne ku carek din dersê bidin AKP’ê û namzetê wan.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û şandeya pê re ji bo pîrozbahiya cejnê çû Qersê û li avahiya partiya xwe cejna rêveberên partiya xwe û welatiyan pîroz kir. Pervîn li balafirgehê ji aliyê parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan û Habîp Eksîk, Hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca û rêveberên partiya xwe ve hat pêşwazîkirin. 
 
Pervîn û şandeya wê li ber avahiya HDP’ê ya Qersê ji aliyê welatiyan  ve hat pêşwazîkirin û Pervîn piştî cejna welatiyan pîroz kir, têkildarî rojevên di mijarê de daxuyanî da. Pervîn, destnîşan kir ku berxwedêra greva birçîbûnê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdê 200 rojî li ber xwe da û bi hezaran çalakgerên greva birçîbûnê û çalakgerên rojiya mirinê bûn wesîle ku vê cejnê bi hezkirin û wiha got: “Em ji hemû berxwedêrên çalakiya rojiya mirinê û greva birçîbûnê re deyndar in. Di 200 roj hêvî kirin û bi ser ketin. Hevalên me bûn kevirên mîhenkê û deriyên xêrê vekirin. Li pêşiya me demokrasî, aştî û azadî heye. Me li gel her tiştî li ber xwe da em bi ser ketin û em ê bi ser bikevin jî. Me gellek bajarên mezin û bajaran bi AKP’ê û MHP’ê da windakirin. Li vir jî gelê Qersê bi ser ket. Wan ji bo gelê Qersê kevirek nedabû ser kevirekî. Ji bo feydeya gelê Q ersê tu tiştek nekirin. Hêj rêya me dirêj e û dema me ya têkoşînê heye.” 
 
Pervîn, da zanîn ku heta AKP têk biçe dê têkoşîna xwe dewam bikin û wiha axivî: "Azadî û aştiya vî welatî bi çûyîna AKP’ê dê were. Em li benda 23’ê hezîranê ne ku carek din dersê bidin AKP’ê û namzetê wan. Li Stenbolê gellek Qersî û Serhedî hene. Ji xizm û malbatên xwe re bêjin bila biçin ser sindoqan û dersê bidin AKP’ê. Rojên serketinê nêzîk in. Rojên hatina azadî, demokrasî û aştiyê nêzîk in. Em carek din soza ku em ê siberoja xwe hemû bi hev re bi dest bixin dubare dikin.” 
 
Pervîn şandeya pê re piştî axaftina xwe derbasî Şaredariya Qersê bû û hevşaredar Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca ziyaret kir.