Bijîşk Elîf Turan: Piştî grevê divê heyeteke serbixwe rewşa çalakgeran bişopîne

  • 09:57 6 Hezîran 2019
  • Rojane
AMED - Endama TTB’ê Elîf Turan diyar kir ku piştî greva birçîbûnê heyetek ava kirine xwestine biçin nexweşxanê û girtîgehan lê nekarin girtiyan re hevdîtin pêk bînin û wiha got: “Ji bo ev pêvajo baş pêş bikeve, divê kedkarên tenduristiyê yên serbixe tevlî pêvajoyê bibin.”
 
Girtiyên bi daxwaza rakirina tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê û rojiya mirinê, piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn. Piştî grev bi dawî bûn gelek kes birin nexweşxanê û piranî jî li girtîgehan hatin dermankirin. Di sewkirina nexweşxaneyê de mafê girtiyan hat binpêkirin. Di çûyîn û anînê de girtî rastî derbkirina cendermen û gardiyanan hatin. Baroya Amedê, OHD, ÎHD, TIHV, TTB, SES û TUAY-DER di nav de, roja grev bidawî bûn krîza maseyê ava kirin û pêvajo şopandin. 
 
Endama TTB’ê bijîşk Elîf Turan binpêkirinên mafan nirxand. Elîfê got ev pêvajo wan ji nêz ve eleqeder dike û wiha got: “Divê ji vir şûnde em tiştên dikevin ser milê me pêk bînin. Ev pêvajo di bin berpirsiyariya Wezareta Tenduristiyê û hemû hekîman de ye. Ji bo xesarên mayînde û seqetî çênebin divê dermankirinekd baş pêk bê. Divê kes ji şertê nexweşxanê de baş bên kontrol kirin. Divê tahlîl û tetkîk bê kirin. Kesên ji sedî 10 giraniya xwe winda kirine divê li nexweşxanê bên razandin.”
 
‘Divê grev bi ekîbê bê şopandin’
 
Elîfê destnîşan kir ku dermankirinek şaş dikare rê li ber seqetiyê vebike û wiha got: “Nexweşiya Wernîke Korsakoff dikare bibe sedema vê nexweşiyê. Kesên di grevê de ji ber demek dirêje tiştek nexwarine di pergala sîndiremê de xerabûn dertên holê. Divê ji ber vê dermankirineke diyetê pêk bê. Divê grev bi ekîbeke multî-dîsîplînel pêk bê.”
 
‘Divê ji tiştên konserve û sorkirî dur bikevin’
 
Elîfê her wiha daxuyakirin ku divê ji xwarinên bi rûn, baharat, gaz, şekir dûr bikevin û piranî divê bi xurekan xwedî dibin. Elîfê ev tişt got: “Divê ji xwarinên amade, konserveyan dur bigirin. Xwarinên di avê de hatine xaşandin bixwin. Divê sebze baş bên pijirandin. Heta vîtamîna B1 neyê dayîn divê dest bi ava şekir nekin. Me heyetek serbixwe ava kir lê ev heyet nikaribû bikeve girtîgeh û nexweşxaneyan. Ji bo ev pêvajo baş bimeşe divê heyetek serbixwe ya ji kedkarên tenduristiyê pêk tên tevlî pêvajoyê bibin. Em ê heta dawî şopdarên dozê bin.”