Qermîçokên lêv, çav û rûyê wê yê bedew çîroka 94 saliya wê vedibêje

  • 09:01 6 Hezîran 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî/Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Di cîhanê de her netewek bi çand, dîrok û nasmaeya xwe tê naskirin, tu kes bê çand najî, kesê bê çand be jî bê hebûn,nasname û dîroka wan an hatiye dizîn yan jî bi darê zorê hatine ser çanda netewekî din. Yek ji jina Kurd Şukriya Ebd El-Ezîz jî her dem ji bo parastina çanda xwe li berxwe daye. Şukriyayê wiha got:"Ez wekî jineke Kurd heta vî temenê xwe parastina çand û dîroka kurdî ji windakirin û dizînê dikim. Mirovekî bê ziman dê çawa hebûna xwe îfade bike? Parastina zimanê dayikê mîna parastina beden ji nexweşiyan e. Ji dema avabûna tevgera azadiya Kurdistanê min bi dildarî kar û xebat dikir. Ji tirsa Rêjîma BAAS'ê min bi dizî kar dikir."
 
Gelê Kurd di dîrokê de bi cil û bergên xwe yên kurdî, çîrokên kurdî, her wiha girêdana wan a bi çandê û çanda dengbêjiyê re hatine naskirin. Gelê Kurd her dem bi zext û zordestiyan rû bi rû hatine hiştin. Hatiye xwestin ku Gelê Kurd bên asîmîlekirin.  Lê gelê Kurd dîsa jî dîroka xwe teslîmî dagirkeran nekirine û her li peyî doza xwe bûn û kurdewariya xwe ji pişaftin û dizînê parastine. Bi taybet jî jinên Kurd ji bo  çanda wan û nasnameyan wan tune nebe liberxwe dane. Yek ji jina Kurd a ku ji bo çand û nasnameya xwe li berxwe daye Şukriya Ebd El-Ezîz a ji Taxa Til Hecera Hesekê ya 94 salî ye. 
 
Qermîçokên lêv,çav û rûyê wê yê bedew çîroka 94 saliya wê vedibêje
 
Şukriya Ebd El-Ezîz 94 salî ye li taxa Til Hecer bi kurê xwe yê mezin re dijî. Şukriyayê bi qermîçokên lêv, çav û rûyê xwe yê bedew çîroka 94 saliya xwe vedibêje. 94 sal bi kedek mezin hem zarokên xwe li gor çanda xwe mezin kiriye û hem jî çand û nasnameya xwe her parastiye. 
 
Şukriyayê heta vî temenê xwe cil û bergê kurdî diparêze di heman demê de jî xwedî li çanda dengbêjiyê ku ji dayîk û bavê xwe girtiye, derketiye. Şukriyayê dildara çand, ziman û doza kurdî ye. Şukriyayê ev çend sal in bi hesreta dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dijî lê hêviya xwe winda nekiriye her di dilê wê de zindî ye dîtina Abdullah Ocalan.
 
Mirovekî bê ziman dê çawa hebûna xwe îfade bike? 
 
Şukriyayê di destpêka axaftina xwe de got: "Ez wekî jineke Kurd heta vî temenê xwe parastina çand û dîroka kurdî ji windakirin û dizînê dikim. Mirovekî bê ziman dê çawa hebûna xwe îfade bike? Parastina zimanê dayikê mîna parastina beden ji nexweşiyan e. Ji dema avabûna tevgera azadiya Kurdistanê min bi dildarî kar û xebat dikir. Ji tirsa Rêjîma BAAS'ê min bi dizî kar dikir."
 
Şukriyayê bal kişand ser têkoşîna doza Kurd û wiha dewam kir:"Yê ku armanca Rêber Abdullah Oclan pêk anî rêwiyên azadiyê, şervanên têkoşînê bûn. Hember Rêjîma BAAS'ê ez bi înad bûm, min her ji xwe re digot çi ji destê min were ez ê bikim tenê da ku doza gelê kurd bi ser bikeve û Kurdistan ji dagirkeran azad bibe. Niha jî xewnên min di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêk tê lê hê 3 parçeyên Kurdistanê bindest e lê çawa ku Rojava rizgar bû dê hemî parçeyên din jî rizgar bibe û dê çavên dayik û jinan ronî bibe."
 
Jin hûnermend e
 
Şukriyayê derbarê parastina çanda kurdî û dengbêjiyê de wiha got:"Da ku çanda lixwekirina cil û bergên Kurdî winda nebe ez heta vî temenê xwe bi cil û bergê kurdî derdikevim cem cîran, mirov û dostên xwe. Min ne tenê cil û berg parastin min çanda dengbêjiyê jî ku ji dayika xwe girtibû parast û heta niha jî dewam dikim. Jin hûnermend e, huner û bedewbûna dilê xwe bi stranên gelêrî re tîne ziman û hînî civakê jî dike."
 
'Bila mirina min piştî dîtina Rêber Ocalan be'
 
Şukriyayê diyar kir ku ew bi hêviya dîtina Abdullah Ocalan dijî û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Kengî ew ê roj were û ez ê Rêberê xwe bibînim? Bila mirina min piştî dîtina Rêber Abdullah Ocalan be. Bila her kes li welat û derveyî welat têkevin tevgerê û Rêberê xwe ji wê zindanê derxin."