Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan
- 13:06 7 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Rûniştina doza Rojnameger Kîbriye Evren ku 143 roj in di greva birçîbûnê de ye, hat dîtin, nehat berdan.
5'emîn danişîna doza Rojnameger Kîbriye Evren ku 143 roj in di greva birçîbûnê de ye li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rûniştina ku Kîbriye tevlî nebû, parêzerên wê amade bûn. Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina Kîbriyeyê da û rûniştin taloqî 18’ê tîrmehê kir.