Endama Akademiya Jîneolojiyê Malda hat definkirin
- 10:01 7 Gulan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Endama Akademiya Jineolojî ya Hesekê Malda Kosa li goristana Şercê hat oxirkirin.
Endama Akademiya Jîneolojiyê ya Hesekê Malda Kosa dema diçû xebatê, li ser riya holê erebeya wan pêlî mayînê kir. Di dema teqînê de Malda jiyana xwe jidest da. Malda bi karwanek wesayîtan ber bi goristana gundê Şercê yê ku hemû şehîdên teqînan lê hatine defikirin bi rê xistin. Li goristana gund bi beşdariya sedan şêniyên Hesekê merasîm hat lidarxistin. Di merasîma bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir de, endamên navenda Jîneolojî, Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê û saziyên Hesekê li gel malbat û hevalên wê jî cîh girtin.
Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan Selma Qasim axivî û got:"Em sersaxiyê ji malbata şehîd Malda re dixwazin û bejna xwe li beramberî şehîd Malda û hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Malda jinek bi temenê xwe biçûk bû lê bi fikir û zanebûna xwe mezin bû û di oxira xebatê de gihaşt asta şehadetê.”
Li ser navê akademiya Jîneolojiyê ya Hesekê Bêrîvan Yûnis wiha got: “Li ser navê akademiya Jîneolojiyê em sersaxî ji malbata Malda re dixwazin û di şexsê Şehîd Malda de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê em bi bîr tînin û bejna xwe bi hurmet li hember wan ditewînin. Malda jinek bi temenê xwe biçûk bû her dem jiyana wê ji bo lêgerîna azadiyê û heqîqetê bû.”
Malda bi tilîliyên dayikan bi dirûşma "Malda namire" hat definkirin.