Dêrsîmiyên ku hatin koçberkirin: Em dixwazin vegerin ser axa xwe

  • 09:07 7 Gulan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Dêrsîmiyên ku piştî komkujiya 38’an hatin koçbekririn û li metropolan bicih bûn, hewl didin ziman û çanda xwe bidin jiyîn û vegerin ser axa xwe.
 
Di ser terteleya Dêrsîmê ya ku bi tevgera leşkerî ya bi biryara Lijneya Wezîran a 4’ê Gulana 1937’an de 82 sal derbas bû. Tevî di ser komkujiyê de 82 sal jî derbas bûye, êş hîna wek roja ewil teze ne. Piştî qirkirinê şûnde qirkirina çandî bi awayekî sîstematîk hat pêkanîn û di serê polîtîkayên asîmîlasyonê de jî koçberkirin tê. Di salên 90’î de bi valakirina gundan û zextan re bi dehezaran Dêrsimiyan koçî metropolên Tirkiyeyê kirin.
 
Jinên Dêrsîmê yên li Îzmîrê, diyar kirin ku divê li dijî asîmîlasyon ziman bê parastin û veger pêk bên.
 
‘Zilim her çû zêde bû’
 
Selvî Bakir diyar kir ku di 1938’an de dotmama wê dane malbatek din û got şopa komkujiyê tu car paqij nebûye û wiha got: “Tevî hemû hewldanan me dotmama min nedît. Ez di temenê ciwantiyê de neçar mam ji wir derkevin. Bavê min her tim digot ‘dema bê wê ji dema borî xerabtir be’. Bi rastî jî wisa bû. Tevî hemû zor û zehmetiyan em dixwazin çand û zimanê xwe biparêzin.”
 
Selviyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku zaravayê Kirmanckî ku zimanê wan yê dayikê ye, piştî koçber bûne kêm axivîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber em neaxivîn zarokên me jî fêr nebûn. Niha zarokên me gazincan dikin. Her ku temen pêş dikeve, em vê baştir fêm dikin. Dema em tirkî diaxivîn em nedifikirîn. Du neviyên min hene, kurê min dixwaze ez fêrî wan bikim lê dema mirov ne ligel hev bin gelek zehmet e.
 
‘Asîmîlasyon komkujiyek çandî ye’
 
Jina bi navê Nazli Akyol jî daxuyakirin ku komkujiya 1993’an a Sêwasê û komkujiya Mereşê ya 1972’an, berdewamiya komkujiya Dêrsîmê ye û wiha pê de çû: “Asîmîlasyon jî komkujiya çandî ye. Ez bi eslê xwe ji Erziromê me, ji Dêrsîmê koçber bûm. Ez Elewî me, Kurd im bila li hember min rêzdarî hebe. Bila komkujiyek din nebe. Seyît Riza serî hilda, em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em li pişt wî ne. Zimanê me çanda me ye. Bila newekheviya ziman, nîjad û ol nekin.”
 
‘Divê nifşên pêş tiştên hatin jiyîn bizanibin’
 
Derya Dogan jî bi lêv kir ku pir kêm kes hatine bibîranîna komkujiya Dêrsîmê û ev tişt anî ziman: “Em xemgîn bûn. Tiştên li Dêrsîmê hatin jiyîn divê ji zarokan re bê ravekirin, ji bo çand û ziman neyê jibîrkirin divê têkoşîn bê dayîn. Li dijî asîmîlasyonê divê em zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin, em zêdetir biaxivin.”
 
‘Ji 38’an şûnde me rojek xweş nedît’
 
Gulten Yeşîltepe jî got tevî 40 sale li Îzmîrê dijî jî hewl dide zaravayê kirmcanckî fêrî neviyên xwe bike û got: “Ji 38’an heta niha me rojek xweş nedît. Ger em bi Kurdî biaxiviyan me nedikarî kar bidîta. Kesî em guhdar nekirin, kesî guh neda me. Me xwest em xwedî li çand, dîroka xwe derkevin, me xwest em biçin warê xwe, lê em biçin nevî li vir in. Ew der axa me ye. Êdî gel hêdî hêdî diçin.”
 
Songul Uzundag jî destnîşan kir ku dapîra wê di komkujiyê de ji bo keçên wê nekevin dest dijmin, neçar maye wan bifetisîne û heta mir rondik dibarand. Songulê wiha dawî lê anî: “Divê tiştên me jiyane em ji zarokên xwe re bêjin ku her tiştî bizimanin. Îro li Efrînê heman tiştî dikin. Dewleta Tirk li ku derê xizanek, bindestek hebe, li wir dibe serdest.”