'Tu êrîş nikare têkoşîna me bi dawî bike'
- 09:05 7 Gulan 2019
- Rojane
Sozda Oremar
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li kampa Şehbayê bi cih bûnin di derbara êrîşên dewleta Tirk de wiha gotin: "Em ne razî ne dewleta tirk welatê me dagir bike, rojane li Şehbayê jî êrîşan dike. Em van êrîşan qebûl nakin û em ê berxwedana li dijî van êrîşan bidomînin."
Di 20'ê Çileyê 2018'an de dewleta Tirk bi teknîkên herî giran êrîş bir ser Kantona Efrînê, pêk anî. Piştî serîhildana 58 rojî şûnde gelê Efrînê berê xwe dan Kantona Şehbayê û berxwedana xwe domand. Niha jî êrîş li ser Şehbayê tê kirin. Têkildarî mijarê jinên Efrînê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Tu êrîş nikare têkoşîna me bi dawî bike."
'Em ê heta dawiyê berxwedana xwe berdewam bikin'
Jina bi navê Sedîqe Bekir axivî û got: "Mayina me ya di bin çadiran de tenê ji bo vegera Efrînê ye. Em ji Erdogan û ji tu kesî natirsin. Efrîn a me ye ne ya dijmin e. Em ê heta dawiyê berxwedana xwe berdewam bikin."
'Em di bin çadiran de berxwedana xwe berdewam dikin'
Her wiha jina bi navê Fahîme Hesen jî di derbara êrîşên dewleta Tirk de wiha got: "Dewleta Tirk êrîşek pir dijwar li ser Efrînê de anî, her tim gelê kurd rastî kiryar û êrîşên dewleta Tirk tên. Rojane balafir li ser me re difirin. Em li Kantona Şehbayê jî ji top û tivingên dewleta Tirk xilas nebûn. Em ax û welatê xwe dixwazin. Em ne ji Erdogan û ne jî ji êrîşên wî natirsin. Efrîn bi destê Rusan hat dagirkirin. Efrîn bi Îdlib re guhertin. Li dijî Îdlibê Efrîn dan dewleta tirk. Em di bin çadiran de berxwedana xwe berdewam dikin."
'Dewleta Tirk li Şehbayê jî êrîşî gelê ji Efrînê koç bûne dikin'
Selwa Bîlal jî ev tişt got: "Efrîn ji aliye dewleta Tirk û komên çeteyan ên girêdayî wî hat dagirkirin. Niha em li kampa Şehba bi cih bûnin. Lê em hîn ji kiryarên dewleta Tirk xilas nebûnin her roj bi top û tivingan êrîşî me dikin. Tu êrîş nikare têkoşîna me bi dawî bike."