Jinên Efrînê: Em ji gef û êrîşên dewleta tirk natirsin
- 09:03 7 Gulan 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê û Serdemê ya Şehbayê bi cih bûne di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Navçeya Til Rifet ya Şehbayê û Navçeya Şera û Şêrewa ya Efrînê şermezar kirin û wiha gotin: "Em gelê kurd bi berxwedanê tên naskirin. Em ji êrîşên dijmin natirsin."
Di 20'ê Çileyê 2018'an de dewleta Tirk bi teknîkên herî giran êrîş bir ser Kantona Efrînê, pêk anî. Piştî serîhildana 58 rojî şûnde gelê Efrînê berê xwe dan Kantona Şehbayê û berxwedana xwe domand. Têkildarî mijarê jî jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin û gotin: "Em êrîş û gefên dewleta Tirk şermezar dikin, ew her tim dixwazin gelê kurd qir bikin, lê em xwedî îrade û vîn in, tu kes nikare vîna me bişkîne."
'Em jinên kurd dev ji xaka xwe bernadin'
Jina bi navê Şêrîn Murad a ji Efrînê axivî û got: "Em weke jinên Efrînê li her deverê berxwedana xwe berdewam dikin. Dewleta Tirk di Efrînê de êrîşê me kir ji bo tunekirina gelê kurd, lê em neçarî man berê xwe bidin Kantona Şehbayê, niha jî dewleta dagirker êrîşî Navçeya Til Rifet, Şêrewa û Şera dike, lê em jinên Efrînê ji van êrîşan natirsin û tu carî serê xwe li hember gefên dewleta Tirk natewînin."
'Em dev ji ax û welatê xwe bernadin'
Di berdewamiya axaftina xwe de Şêrînê bal kişand li ser berxwedana gelê Efrînê û wiha pê de çû: "Em gelê kurd û bi taybet gelê Efrînê bi berxwedanê tên naskirin, li ku dibe bila bibe ger di bin çadiran de dibe an di bin darek zeytunê dibe em ê berxwedana xwe berdewam bikin, em jinên Efrînê li vir in û dev ji ax û welatê xwe bernadin.”
'Em jin xwedî îrade ne'
Şêrînê wiha dawî li axaftina xwe anî û got: "Dewleta Tirk bi girtina sînoran dixwaze îrade û vîna gel bişkîne, lê ev yek em nahêlin, em ê van dîwaran hilweşînin û vegerin Efrînê, em ji girtina sînoran natirsin, ji ber ku em jin xwedî îrade ne."
'Em tu caran tune nabin'
Hediye Muhemed jî wiha hestên xwe li hember êrîşên dewleta Tirk anî ziman û got: "Em weke gelê Efrînê di bin çadiran li Kantona Şehbayê berxwedana xwe berdewam dikin, em ji gef û sînorên dewleta Tirk natirsin. Di Efrînê de dewleta Tirk êrîşê gelê sivîl kir jin, zarok û pîr li hember çavên dewletên navneteweyî qetil kir, lê bêdengiyek li hember van kiryarina hat kirin, dixwazin me tune bikin lê tu carî kes nikare me tune bike, em ê berxwedana xwe berdewam bikin heta em vedigerin Efrînê."
'Em Efrînê ji dijmin re nahêlînin'
Ilfet Elî jî wiha axivî û got:”Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin, bi darê zorê em ji Efrînê derketin. Niha jî gefan ji Şehbayê dixin, lê em ji gef û êrîşên dewleta tirk natirsin, em ji Şehba naçin heya Efrînê rizgar nekin. Ji ber ku em Efrîn ji dijmin re nahêlin."