'Em ê dîwaran hilweşînin û vegerin Efrîna xwe'

  • 09:01 7 Gulan 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne di derbarê avakirina sînorên parçekirina xaka Sûriyeyê de wiha gotin: "Em sînorên ku xaka Efrîn ji Sûriyê parçe dike qebûl nakin."
 
Dewleta Tirk bi alîkariya komên girêdayî wê êrîşî Kantona Efrînê kir û niha jî dîwarên paçekirina Efrînê ya ji xaka Sûriyeyê ya nêzî 70 kîlo metreyî pêk tîne. Jinên Efrînê jî girêdayî vê mijarê nêrînên xwe parve kirin.
 
'Her û her gelê Efrînê rastî êrîşan tên'
 
Xelîde Ehmed wiha kiryarên dewleta Tirk ên di derheqê gelê Efrînê de anî ziman û got: "Ev bû salek û du meh gelê Efrînê ji cih û warên xwe koçber bûne û li Kantona Şehbayê bi cih bûne, piştî dagirkirina Efrînê her tim lêdan, revandin, dizî di hundir Efrînê de pêk tê, her û her gelê Efrînê rastî kiryar û gefan tên. Efrîn ne ya dewleta Tirk e, divê ji nava axa me derkevin."
 
'Parçekirina xaka Efrînê em qebûl nakin'
 
Xelîde di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em parçekirina axa Sûriyeyê qebûl nakin, Efrîn jî parçeyek ji xaka Sûriyê ye, armanca dewleta Tirk Efrîn ji Sûriyê parçe bike, lê em vê parçekirinê şermezar dikin, em xwedî maf in û em ê li şehîdên xwe xwedî derkevin."
 
'Azadiya Serok Apo azadiya Efrînê ye'
 
Di dawiya axftina xwe de Xelîde bal kişand ser bêdengiya dewletan a li hemeber avakirina sînoran û got: "Em bêdengiya dewletan li hember avakirina sînoran şermezar dikin, heya niha dewleta Sûriyeyê bê deng e em li hemeber parçekirina xaka xwe ne, lê em tu alîkariyê ji kesî naxwazin. Em ê her û her di nav çalakiyan de bin û em ê şehîdan jî bidin, lê em dest ji axa xwe bernadin. Em dev ji azadiya Serok Apo jî bernadin. Ji ber ku azadiya Serok Apo azadiya Efrînê ye."
 
'Em ê dîwaran hiweşînin û derbasî Efrînê bibin'
 
Almaz Cefo jî hestên xwe anî ziman û wiha got: "Efrîn ne ya dagirkeran e. Ji ber ku em Kurd in û Efrîn jî ya Kurda ye. Em ê bi îradeya xwe dîwaran hilweşînin, Efrînê rizgar bikin.”
 
'Gelê Efrînê teslîmkariyê qebûl nakin'
 
Her wiha Ayşe Muhemed jî axivî û got: "Em ê dîwaran hilweşînin û vegerin cih û warên xwe. Efrîn tu carî nabe ya Erdogan bila nebêje min Efrîn girt û ez ê gelê kurd tune bikim. Gelê Efrînê teslîmkariyê qebûl nakin û em ê siyaseta faşîst hilweşînin û derbasî Efrînê bibin."