ROJEVA 7'Ê GULANA 2019'AN

  • 09:00 7 Gulan 2019
  • Rojev
* Jinên kedkar ên projeya 'Demsal' a malên bilastîk li Navçeya Tirbespiyê di derbarê xebatê xweyî 3 salan de  wiha dibêjin: "Avakirina projeya 'Demsal' rastiya jina kedkar bi jinê û civakê dide  naskirin. Jin afrînera  jiyanê ye, xweza bi reng û vîna jinê xweşik dibe û tim zindî ye." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne di derbarê avakirina sînorên parçekirina xaka Sûriyeyê de wiha gotin: "Em sînorên ku xaka Efrîn ji Sûriyê parçe dike qebûl nakin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê yên ku li kampa Şehbayê bi cih bûnin di derbara êrîşên dewleta Tirk de wiha gotin: "Em ne razî ne dewleta tirk welatê me dagir bike, rojane li Şehbayê jî êrîşan dike. Em van êrîşan qebûl nakin û em ê berxwedana li dijî van êrîşan bidomînin."DÎMEN HEYE
 
* Dêrsîmiyên ku piştî komkujiya 38’an hatin koçbekririn û li metropolan bicih bûn, hewl didin ziman û çanda xwe bidin jiyîn û vegerin ser axa xwe. DÎMEN HEYE
 
*Olympe de Gouges ya ji bo wekheviya jin û mêr têkoşîn da diyar kir ku ger mafê jinan a derketina sêdarê hebe, wê demê mafê wê yê derketina kursiyê jî divê hebe û 2 sal piştî vê gotinê li giyotîn hat definkirin.
 
*Li Hezexê ku beriya hilbijartinan 3 salan ji aliyê qeyûm ve hat bi rêvebirin û bi mehan ava navçeyê dihat birîn, hat hînbûn ku sedema birîna avê motora avê ya xerabe ye. Tevî zor û zehmetiyên ku gel kişandin, qeyûm bi mehan motor neguhertiye û piştî ku hevşaredar hatin motor guhertin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê û Serdemê ya Şehbayê bi cih bûne di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Navçeya Til Rifet ya Şehbayê û Navçeya Şera û Şêrewa ya Efrînê şermezar kirin û wiha gotin: "Em gelê kurd bi berxwedanê tên naskirin. Em ji êrîşên  dijmin natirsin." DÎMEN HEYE
 
*7’emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê bi pêşandana 11’e lîstokan re bi dawî bû. Şanoger Berfîn Emektar û Elvan Koçer gotin ku ji bo pêşxistin û parastina zimanê kurdî qada çand û hunere qadeke girîng e, ji ber ku bi hatina qayumê re êrîşên li hemberî qada çand û hunerê zêdetir bû. DÎMEN HEYE
 
*Rozerîn Çatak ya KHK’î diyar kir ku kesên ku bi KHK’ê hatine îxrackirin hewl tê dayîn ku jiyana wan bê îpotekirin û got ji her alî de êrîş li hember wan pêk hatiye û xwestine hemû qadên jiyanê ji destê wan bê girtin. Rozerînê bi lêv kir ku hemû kesên KHK’î tên tecrîdkirin, ev polîtîkayek tecrîdê ye lê wê têkoşîna xwe bidomînin.DÎMEN HEYE
 
*Girtî Ahmet Tekîn 129 roj e di greva birçîbûnê de ye. Xwişka wî Zerya Tekîn, diyar kir ku heta tecrîd ranebe wê girtî dest ji berxwedana xwe bernedin û got: “Tu tişt ji destê me nayê. Wisa bêçare payîn pir xerabe. Em dixwazin ev berxwedan baş bi encam bibe. Yekane daxwaza me rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e.”  DÎMEN HEYE