'Heta daxwazên me bên qebûlkirin dê çalakî bidomin'
- 08:12 7 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Piştî hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re, li ser navê girtiyên PKK u PAJK'e der barê çalakiya greva birçîbûnê de daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Heta daxwaza me neyên qebûlkirin berxwedana me wê bidome."
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, bi meha ne di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di 30’ê Nîsanê de jî 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin.
Piştî ku parêzerên Abdullah Ocalan bi muwekilê xwe re hevdîtin pêk anîn û daxuyanî dan, li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne têkildarî hevdîtina parezeran û çalakiya grevên birçîbûnê daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê şopdarên xeta berxwedana 14’ê Tîrmehê ne û çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîda mutleq a li ser Rêberê me were bi dawîkirin hatiye destpêkirin, bi çalakiya rojiya mirinê ya 15 hevalên me dewam dike. Armanca çalakiya me ji aliyê hemû kesî ve tê zanîn. Tecrîdkirina Rêberê me di heman demê de tecrîdkirina gelê me, mirovahiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.”
Li ser navê Girtiyan hat destnîşankirin ku ger dewlet çareseriyê bixwaze navnîşan Ocalan e û ev tişt hat gotin: “Tecrîdkirina giran a Rêberê gelekî tê wê wateyê ku ew civak û nirxên wê civakê hatine tecrîdkirin û nayên nasîn. Wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku di zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê de dimînin radigihînin ku ji bo parastina hemû civakê û em eshabetiya nirxan dikin û her tim bi canbexşaneke mezin ji bo parastina jiyana azad û demokratîk a gelan li ber xwe didin. Ji ber ku serkeftin a berxwedana mafdar û rûmetê ye û tiştên ku ji me dizîne em ê bi berxwedanê dest bixin û em bi vê bîr û baweriyê li ber xwe didin.”
Şerê Taybet
Girtiyan , diyar kirin ku hikûmeta AKP-MHP'ê ji bo berxwedanê bişikîne serî li hemû rêbazan dide û daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Di vê pêvajoyê de tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo tecrîdkirina Rêberê me bidomîne û berxwedana me bişikîne serî li polîtîkayên şerê taybet dide. Baş tê zanîn ku ji bo tecrîdê bidomînin û berxwedana me bişikînin, di 12’ê Çileyê de birayê Rêberê me şandin Îmraliyê. Ji 12’ê Çileyê heta 2’yê Gulanê piştî ku bi polîtîkayên şerê taybet a li hemberî birayê Rêberê me encam bi dest nexistin vê carê xwestin bi hevdîtina parêzeran encamê bi dest bixin û berxwedanê bişikînin.”
Girtiyan di berdewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku hevdîtina di 2’yê Gulanê de bi pêşengiya du parêzeran re bi Ocalan re hatiye kirin, beriya her tiştî pir girîng û bi nirx e û daxuyanî wiha hat dirêjkirin: “Lê hevdîtineke bi vî awayî nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Di esasê xwe de hevdîtin di şertên tecrîdê de pêk hatiye û em vê pêvajoya hevdîtinê bi vî awayî dixwînin. Heta ku xalên me di demên berê de bi raya giştî re deklare kirin neyên qebûlkirin û ji aliyê Wezareta Dadê ve bi qanûnan neyê mîsogerkirin, dê berxwedana me bidome.”
'Divê daxwazên me bên misogerkirin'
Girtiyan, destnîşan kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe, dê di tu şert û mercan de ji berxwedana xwe tawîz nedin û di berdewamiyê de ev tişt hat gotin: “Xalên ku me bi raya giştî re parve kirin, di esasê xwe de di qanûna bingehîn a Komara Tirkiyeyê de hene lê pêk nayên. Vê yekê jî feraseta edaletê hilweşandiye û bi şexsîkirina wê re jî serxwebûna wê hatiye derbkirin. Divê bê zanîn ku çarçoveya berxwedana me girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, di heman demê de berxwedana rûmetdayîna pergala edaletê ya ku ji hêla hikûmet û dewletê ve hatiye binpêkirin e.”
'Banga me ji bo her kesî ye'
Daxuyaniya girtiyan wiha hat bidawîkirin: “Divê bê zanîn ku di berxwedaneke wiha pîroz de, berxwedana malbat û dayikên me girtiyan ji bo me bûye çavkaniya moraleke muhteşem. Li derve dayikên me û li hundir jî zarokên wan li ber xwe didin. Divê ev berxwedan tenê bi me re bi sînor nemîne. Ji ber ku tecrîd di esasê xwe de li ser temamiya civakê tê sepandin. Bi vê boneyê ye ku ji bilî berxwedanê tu alternatîfeke me ya din namîne. Em bêyî ku bi qasî misqalê dudil bimînin, çalakiya xwe didomînin û divê bê zanîn ku em divê berxwedanê de jî bi biryarin. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin, em ê teqez dev ji berxwedana xwe bernedin. Em bang li tevahiya gelê xwe, parêzvanên demokrasiyê, akademîsyen, nivîskar û kesayetên rewşenbîr dikin ku deng bidin be."