Abdullah Ocalan: Pêdivî bi lihevkirina civakî heye
- 15:57 6 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku pê re di 2'yê Gulanê de hevdîtin kirin peyama Abdullah Ocalan a got: "Di vê pêvajoya em tê re derbas dibin pêdivî bi lihevkirina civakî heye." ragihandin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ku di 2'yê Gulanê de bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin kirin, derbarê hevdîtina hat kirin de li Hîlton Otel ya li Taksîma Stenbolê ji çapemeniyê re daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya hat dayîn de parlamenterê HDP'ê Ahmet Şik, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, Hevberdevkê HDK'ê yê Stenbolê Mevlut Aykoç, gelek nûnerên saziyên sivîl, Dayikên Aştiyê û dayikên ku zarokên wan di gerevê de bûn jî tevli bûn. Di daxuyaniyê de Rezan Sarica diyar kir ku 4 parêzeran ji bo hevîtinê serlêdan kir lê ji bo 2 parêzeran destûra hevdîtinê hat dayîn.
Parêzer Faîk Erol, Cengîz Neweroz Uysal û Rezan Sarica li salona civînê derketin pêşberî çapemeniyê, Di serî de parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Faîk Ozgur Erol darbarê daxuyaniyê de agahî da û wih got: "Daxuyaniya me derbarê hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re ye. Ji bo hevdîtinê me 4 parêzeran serlêdan kiribû lê ji bo du parêzeran destûr hat dayîn. Wê Newroz Uysal û Rezan Sarica du metna bixwînin. Yek metnê Buroya Hiqûqê ya Asrînê ye û yê din jî metnê peyama ku birêz Abdullah Ocalan û 3 muwekîlên me yên din şandine. Ji ber ku dawiya hevtê gihîşt destên me em îro daxuyaniyê didin. Parvekirina di 6'ê Gulanê de jî girîng e."
Parêzerê Buroya Hiqûqê yê Asrînê Rezan Sarica metnê ku aîdê buroya wan bû xwend. Neroa Uysal jî peyama ku ji aliyê Muwekîlên wan Abdullah Ocalan , Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ve hatibû şandin xwend.
Daxuyaniya ku bi îmzeya Rêberê PKK'ê Ocalan û 3 girtiyên din ji aliyê Newroz Uysal ve hat xwendin wiha ye:
"Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer. Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin. Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.
Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî her tiştî ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye. Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013'an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye. Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.Em her kesên ku ji ber sekna me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarê wan in.
"Abdullah Ocalan, Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysi Aktaş.”