Çalakiya malbatan hat astengkirin

  • 15:47 6 Gulan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Malbatên girtiyan xwestin li dijî tecrîdê û ji bo grevên biçîbûnê li ber Girtîgeha Gebze çalakiya nobetê li dar bixin, lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. 
 
Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçî de ne, ya di 9’ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dest pê kir, dewam dike. Lê çarek din çalakiya nobetê ya malbatan hat astengkirin. 
 
Malbatên li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Gebzeyê kom bûn, xwestin biçin ber girtîgehê. Lê polîsan hemû kolanên diçûn ber girtîgehê girtin û destûr nedan ku malbat biçin ber girtîgehê. Polîsan ji malbatan re gotin “Teqez ferman heye, emê destûr nedin hûn bimeşin û rûnin.”