Dayikan der barê êrîşa polîsan de serlêdana sûc kirin

  • 15:36 6 Gulan 2019
  • Rojane
 
AMED - Dayikên ku li Parka Koşuyolu xwestin balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe yên girtî û rastî lêdana polîsan hatibûn, der barê polîsan de serlêdana sûc kirin. 
 
Dayik û malbatên ku zarokên wan li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe û piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan, li Parka Koşuyolu ya Amedê çalakî pêk anîbûn û rastî îşkence û derbkirina polisan hatibûn. Dayikên ku rastî ledan û îşkenceya polîsan hatin, li Edliyeya Amedê serlêdana sûc kirin. 
 
Dayikên ku rastî derbkirina polîsan hatin Hayriye Demir, Yaşar Akboga û Rabia Ataş li gel parêzerên xwe çûn Edliya Amedê. Dayikên ku çûn dozgeriyê bi hinceta “Bi zanebûn birîndar kirine, îşkence û muameleya xerab kirine, zor bikar anîne. Fermana amiran bi cih neanîne. azadiya raman û îfadeyê asteng kirine" der barê polîsan de serlêdana sûc kirine. 3 dayik piştî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê rapora tenduristiyê stendin û şûnde li Dozgeriya Komarê serlêdana sûc kirin.