Li Bakirkoyê polîsan bi gaza îsotê êrîş kirin: 4 kes hatin binçavkirin

  • 14:50 6 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Polîsan li Bakirkoyê êrîşî xizmên girtiyan ên ku dixwestin ber bi Girtîgeha Bakirkoyê bimeşin, kirin. Polîsan 4 kes binçav kirin.
 
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Xizmên girtiyan careke din ji bo piştgiriyê xwestin ber bi Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê ve bimeşin. Polîsan êrîşî çalakiya dayik û xizmên girtiyan kirin.
 
Malbatan dema ku xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin, polîsan rê girt. Polîsan diyar kirin wê destûrê bidin malbatên ku hevdîtina wan hene.
 
Piştî ku girse belav nebû, polîsan gef xwarin ku wê wan destgîr bikin. Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan ji polîsan xwest ku malbat dixwazin 10 deqîqeyan çalakiya rûniştinê bikin lê polîsan daxwaza malbatan red kir.
 
Dema ku malbat bi tilîlî û sloganan dest bi meşê kirin, polîsan êrîşî dayikan kir û 4 kes destgîr kirin.
 
Polîsan şîddet li rojnamegeran jî kir û dest danî makîneyên wênegirtinê û kamerayên rojnamegeran.