'Xêzika sor' a zanîngehê strana bi Kurdî!

  • 14:12 6 Gulan 2019
  • Rojane
ZONGULDAK - Di şahiyên biharê yên Zanîngeha Bulent Ecevit de xwendekaran govend gerandin û stranên bi Kurdî gotin  lê bi mudaxaleya xebatkarên ewlehiyê rû bi rû hatin. Xebatkarê zanîngehê got:"Stranên bi Kurdî xêza me ya sor û qedexe ye."
 
Di şahiyên biharê yên Zanîngeha Bulent Ecevit a li Zonguldakê de xwendekaran govend gerandin û stranên bi Kurdî gotin  lê bi mudaxaleya xebatkarên ewlehiyê rû bi rû hatin.
 
Xebatkarên ewlehiyê yên zanîngehê yên li Kampusa Farabî çûn ba xwendekarên govend digerandin û stranên bi Kurdî digotin û muzîk girtin piştre destên xwe li masê xistin û gotin:"Li vir gotina stranên Kurdî qede ye. Ev xêza me ya sor e." Xwendekaran li ser gotinê diyar kirin ku divê bi her zimanî gotina stranan serbest be. Li ser vê gotinê xebatkara jin a zanîngehê got,"Zimanê Kurdî xêza me ya sor e teqez qedexe ye."
 
Êrîşên li ser xwendekaran ne yekem e
 
Êrîşên li ser xwendekaran ne yekem in. Sala borî jî  xwendekar bi îdiaya "endamên rêxistinê" hatibûn binçavkirin û wêneyên wan li çapemeniya herêmî hatibû îfşakirin. Xwendekarên ku nasnameya wan li ser medyaya civakî hatin  aşkerekirin bi tehdît û lîncê rû bi rû hatin hiştin. Hinek xwendekarên ku hatin berdan hîn  jî ji ber ku ewlehiya wan tune ne nikarin biçin dibistanê.