Parka Koşuyolu û TUAY -DER hat dorpêçkirin

  • 13:44 6 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Parka Koşuyolu ya Amedê ku bi bariyeran hat dorpêçkirin welatiyên li parkê jê tên derxistin û ji bo ketin û derketina TUAY - DER'Ê jî destûr nayê dayîn.
 
Li Parka Koşuyolu ya Bagralara Amedê bi hinceta ku çalakiyê li dijî tecrîdê yên malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de lê tên lidarxistin li aliyê polsîna ve bi bariyeran hat girtin. Li parka ku dorpêç lê berdewam dike, polîs welatî ji parkê derxistin û piştî ku welatî hatin derxistin deriyê parkê jî bi bariyaran hatin girtin.
 
Di heman demê de Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtiyan re (TUAY - DER)  jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.