Şukran Aydin a ku rojiya mirinê didomîne: Roj roja berxwedanê ye

  • 12:43 6 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şukran Aydin a ku girtiye di nameya xwe de destnîşan kir ku roj roja berxwedanê ye û wiha got: "Bi kîjan tegîhinê van hest û ramanên ku wekî rûbarekî diherike dijîm vebêjim nizanim. Tu peyv gelo dikare vê bîne ser ziman! Tu pênûs dikare viya li ser rûpelên spî xêz bike. Wekî ku rêheval Çiyager digot 'Çi bibe bila bibe, dê encam mûhteşem be'."
 
Girtiyên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan ketin grevê, çalakiya xwe derbasî astek din kirin û di 30’ê Nîsanê de çalakiya rojiya mirinê dan destpêkirin. Li girtîgehên wek Amed, Wan, Bakirkoy û Gebzeyê 5 jê jin bi giştî 15 girtî ketin çalakiya rojiya mirinê û çalakiya wan ket roja 7’an. Girtiya bi navê Şukran Aydin ku li Erziromê ji dayîk bû di 22 saliya xwe de li Dîlokê hat girtin, rastî îşkenceyê hat û 130 sal ceza jê re hat birîn. Şukran 12 sal in girtî ye û di 30'ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kir. Şukran Aydin bi nameya xwe bal kişand ser çalakiya xwe. 
 
Şukran Aydin di nameya xwe de wiha got: "A rast ez bi kîjan tegîhine van hest û ramanên ku wekî rûbarekî diherike dijîm vebêjim nizanim. Tu peyv gelo dikare vê bîne ser ziman! Tu pênûs dikare viya li ser rûpelên spî xêz bike. Çiqas ez nikaribim bînim ser ziman jî wekî ku rêheval Çîyager digot 'Çi bibe bila bibe, ew ê encam mûhteşem be.'
 
Me tu caran nexwest em bi pergala tecrîdê re bijîn
 
Bi salan e em bi şerma laneta rêhevaltiya kêm dijîn. Carna em neçar man jiyan, lê hêstirên çavên me têrê nekir ku êşa dile me bine ziman. Carna di nav bêçaretiyê de em qîriyan lê dengê me lewaz derket û têrê nekir ku em dîwarên pergala Îmraliyê birûxinin. Li ruxmê hemû lewazî û kêmasiyan, me tu caran nexwest em bi pergala tecrîdê re bijîn. Me tu caran erê nekir, lê me tekoşîna xwe mezintir jî nekir ku em Serok Apo azad bikin. Edî tehemûla me jî viyana nemaye. Lewra berxwedana Mehmet Tunc qerîna Çiyageran me da fem kirin ku em ne bê çare ne.
 
Her çiqas bi salane wek lêgerînvanek jiyana azad û bûyîna mîlîtaneke vê tevgerê lêhûrbûn, dahûrandin ku hatibe jiyan jî û her dem bi tekoşîna nav xweyî, ev mesafeya ku di  nav bera me û serokatiyê de hatî çêkirin dixwast derbas bikim ji, min asta ku tê xwestin tevgeriyam lê min encam negirt. Bi van êşên ku em bi salane dijin, bi tekoşîna ku em dimeşînin me nikarî tecrîta li ser Serokatiyê bişkenîn û Serokatî azad bikin. Dizanim em gelekî dereng man lê edî şert û mercên ku em têdene guncave ku em Serokatî azad bikin. Jiyanek bi evînê xemilandiye pêşkeşê gelê xwe bikin. Ji xwe em ji Serok Apo fêr bûn ku, hêza şert û mercan avadikê jî em bi xwe ne!
 
Tişta ku wate diafirîne asta azadiyê ye
 
Ji bayê tekoşîna xwe bide meşandin û divê peyvîra xwe tevbigere qad bê wateye! Tişta ku wate diafirîne, asta azweriya azadiyê ye. Ji ber vê çalakiya greva birçîbûnê a ku bi pêşengtiya heval Leyla Guven ve hat despêkirin pêl bi pêl mezin bu, îro gihişt astake herê jor. Em çipas derenk mabin jî ger îro çalaki hatibe vê astê û bi tevlîbûna bi hezaran hevala ve bi biryardariyek mezin ve berdewam dike, bê tehemûltiya me dide nîşan. Dîsa dibe ku me xwe negîhand Mehmet Tunç em temeşevan man le îro wek şoreşgerên jin em dixwazin bi pêşengiyê xwe bigihinin serkeftinên mezin.
 
Divê gelê me têkoşîna xwe mezintir bike
 
Ev bi salane ku ji bayê tevgera azadiyê bifetisînin û têkoşîna gelê me lewaz bikin dewleta Tirkiyeyê û hêzên navnetewî bi her awayî êrîş dikin û van êrîşên xwe jî berdewam dikin. Lê ev baş tê zanîn, li ruxmê awqas êrîş tên meşandin jî tu caran bi ser neketin. Ji vir şunde ji ew ê gelê me dîsa destûr nede ku li ser vê vîna pîroz a azadixwaz, aştîxwaz, lîstikan pêk bînin û lewaz bike. Hêzên serwer desthilatiya xwe bi gelemperî li ser lewazkirina vê vîna pîroz a gelan dixwaze temenê xwe dirêj bike. Pêwîste gelê me destûr nede û têkoşîna xwe mezintir bike. Lewra, hewceye tevahî malbatên me, dayîk û gelên me yên hêja hestiyar tev bigerin, li hember van êrîş û şerê derûnî ê pergala faşîzan a Erdoğan-Baxçelî hîşyar bin. Bi tevlîbûna mezinkirina çalakiyan ve deng bidin dengê me û pergala faşîzan parçe parçe bikin. Bila kes li bende nemîne ku dewlet gavê bavêje. Tişta ku gavan bi wan bide avêtin û faşîzmê lawaz bike, berxwedana gelê me ye, hişyariya tevgera hêzên demokrasiyê ye. Çareya me, bi xwe jî, ji xwe re pêşengtî kirin e! Îro asta biryardayina xwe gihaştina serkeftinê di peyamên çalakiyên canbaxşanê yên heval Zulkuf, Ayten, Medya, Zehra û ya  hevalen din de mezintir hat dîtin. Gelê me pêwîste van çalakiyan wekî peyama berxwedanê bigire dest. Zêdetir dereng nemîne têkeve nav liv û tevgerê pêşengitiyê bike. Em wekî ewladên vî gelî berxwedêr li ser esasê peyamên rêhevalên xwe dimeşin û girêdanbûna xwe dubare dikin û soza serkeftinê didin. 
 
'Tovê tolhildanê mezin bûye '
 
Bele di keliya ku ez van hevokan dinivsînim de dengê pêşengê me yê mezin Kemal Pir ê digot 'Ox be berxwedan çi xweş e!' coş û kelecana min zêdetir dike. Tevahî sînorên ku astengiyan çêdike dirûxwîne û derbas dike. Berxwedana me ji nû ve diafrîne û xweşîk dike.
 
Dîsa qîrîna berxwedana qadên xweseriyê di dile me de tovên tolhildanê mezintir kiriye. Berxwedana Sur-Cizir-Niseybînê asta keseyeta bi vîn nîşanî me da. Bi tevlîbûna xwe ya çalekiya rojiya mirinê, rexnedayina dereng bersivbûyinê didim. Bi ve çalekiye armanç dikim ku lorîna dayîkên me edî xwe veguherîne tilîliyên jiyana azad. Di heman wextê de ev çalakiya me dê bibe tola rondikên çavên tevahî zarokên li Kurdistanê. Bi vê çalakiyê, di serî de rexnedayîna xwe ji Serok Apo re didim. Em ancax şerma leneta rêhevaltiya kêm bi azadîkirina Serok Apo a dikarin derbas bikin. Dema me duwarên pergala faşizan a Erdogan-Baxçeli ruxand û perçe kir, wê demê wê wateya jiyanê ji bo me hebe.
 
Em keçen Serok Apo, şopdarên Kemalan, şagirtên Sarayan, Delalan û Çiyageran soz didin ku em ê pergala faşîzm a Erdogan-Baxçelî parçe parçe bikin û Serok Apo azad bikin. Gelê me wê bi berxwedana me  serbilind be, em jî ji mezinkirina çalakiyên gelê xwe bawer in. Êdî ranewestin, roj roja berxwedanê û afrandina jiyana azad e."