28 Êzidiyên hatin rizgarkirin radestî malbatên wan hatin kirin
- 12:25 6 Gulan 2019
- Rojane
ŞENGAL - 28 Kurdên Êzidî yên ku di sala 2014’an de dîl ketibûn destên DAÎŞ’ê ji aliyê Mala Êzidiyan ve bi daxuyaniyekê radestî TAJÊ hat kirin û piştre radestî malbatên wan hatin kirin.
Di 3'ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir û gelek jin, zarok û ciwan dîl girt. Ji sala 2014’an heta roja îro bi berxwedana YPG/YPJ û QSD'ê bi sedan jin, zarok û ciwan ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Herî dawî QSD'ê 27 jin û zarokên Êzidi rizgar kir. Kesên ku hatin rizgarkirin radestî malbatên wan hatin kirin. Li ser navê TAJÊ Ehlam Hecî axivî û kêfxweşiya xwe ya ji bo rizgarkirina 27 jin zarok anî ziman. 28 Kurdên Êzidî yên ku di sala 2014’an de dîl ketibûn destên DAÎŞ’ê ji aliyê Mala Êzidiyan ve bi daxuyaniyekê radestî TAJÊ hat kirin û piştre radestî malbatên wan hatin kirin.
Kurdên Êzidî yên ku hatin rizgarkirin navên wan wiha ne: Suad saydo xelaf a ji Şengalê ya 29 salî. Cihan Xelaf Mirad a ji Herdanê ya 18 salî. Iqbal Xelîl Birahim a ji Koço ya 24 salî. Rêzan Şakir Mehmûd a ji Koçoyê ya 13 salî. Samih Felah Laylo ya ji Siba Şeix Xidir a 7 salî. Dawid Salim Xelaf a ji Hardanê a 11 salî. Aziza Sabri Birahim a ji Hatimiyê ya 25 salî. Şamil Simail Xudeda ya ji Koçoyê ya 11 salî. Xunaf Xidir Udaiyb a ji Koçoyê a 34 salî. Sadiya Nasir Xelaf a ji Girzarik a 13 salî. Suham Nasir Xelaf a 11 salî. Cemal Ziyad Haydar a ji Solaxê ya 15 salî. Xoxê Hesan Dexil a ji Solaxê ya 15 salî. Selwa Xêro ya ji Solaxê ya 10 salî. Dilvin Qasim Birahim a ji Tilqasab a 34 salî.
4 zaroki wê hena. Nave wan wisa ya. Sefawn Ahmed (13). Erdelan (11). Beyan (8). Cihan (5). Emşa Said Simail a Ji Tilqesabê ya 15 salî. Evin Mehmud Xelaf a ji Rambusiyê ya 15 salî. Mufid Qasim Aliyas a ji Qabusi ya 10 salî. Suad Eli ya ji Solaxê ya 15 salî. Cihan Berkat Amo ya ji Koçoyê ya 27 salî. Şayma Hemzo Birahim 8 salî. Emar Hemzo Birahim a 5 salî. Dilşin Ferman Xelaf a10 salî.