Ji greva birçîbûnê û rojiya mirinê meşa bi meşale

  • 09:44 6 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li dijî tecrîdê û bi armanca balê bikişîne ser çalakiya rojiya mirinê meşa meşaleyî pêk anî. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û balê bikişîne ser daxwaza girtiyên  di çalakiya greva birçîbûnê û 15 girtiyên di rojiya mirinê de li Navçeya Fatihê meşa meşaleyî li dar xist. 
 
Di meşa ku fîşekên hewayî hatin teqandin de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindana” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ye" berz kirin û li kolanên Fatihê meşiyan. Welatiyan jî ji ber pace û şaneşînên xwe piştgirî dan çalakiyê.