Ji şanogeran peyam: Li greva birçîbûnê xwedî derkevin
- 09:14 6 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê duh êvarî bi leyîstoka "Tartufe"bi dawî bû. Bi dawî bûna lîstokê re ji şanogeran peyama li grêvên birçîbûnê da û diyar kirin xwedî divê xwedî li greva birçîbûnê bê derketin.
Mîhrîcana 7'emîn a Şanoya Amedê bi dirûşma "Heqîqat Azad Dike" bi pêşandanên lîstikên cuda re dawî li bernameya xwe anî. Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de lîstika "Tartûfe" a ku ji aliyê nivîskar Moliere ve hatiye nivîsin bi derhêneriya Rukenttin Gun ve li ser dikê hat pêşandan. Mîhrîcan bi lîstîka 'Tartûfe' li Eywana Şanoyê ya Çandê ya Amedê hat pêşandan bi dawî bû. Şanoger di dawiya şanoyê de spasiyên xwe parvekirin û wiha gotin: "Ji bo daxwazeke mirovane 8 kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran girtî di grevê de ne. Em hêvîdarin kes bê deng nemîne û li wan xwedî derkevin."
Mijara şanoyê wihaye;
Şanoya "Tartufe" ya ku ji aliyê Molere ve hatiye nivîsin kesayeteke sextekar ku pir dîndar û zana dixwiyê lîstokê de daye jiyandin. Peyam dide ku êdî mirov û mezinên civakê di bin navê ol de hemû karên qirêj dikin. Mêrikê bi navê Orgon yê ku gelek navdare ji oldarî û bi ilm bûna Tartufe bandor dibe. Wê dîndarê mala xwe, keçe xwe bi zorê pêre dide zewicandin, hemu mîrasa xwe li ser navê wê qeyd dike û bi wê re kurê xwe ji mîrasê mehrum dike. Hemû malî dikevin seferberiya xerabiya Tartufe, bibêjin lê mixabin Orgon bawer nake heya ku bi çavê xwe dibîne. Dema dibîne tevî dereng ji bû wê dîndarê sexte ceza dike û senetên mîrasê xwe jê digire. Li vir Orgon dibêje 'Ev çi dinyayeke qet rastî nemaye'."
Bi dawîbûna şanoyê re temaşevanan li ser piyan çepikên xwe demdirêj lêxistin. Lîstikvanan spasiyên xwe bi gel re parvekirin. Herî dawî ji peyamek ji bo grevên birçîbûnê bi raya giştî re parvekirin.