Girtiya nexweş a 65 salî Pavîz Demîr nikare derkeve hevdîtinê

  • 09:05 6 Gulan 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut 
 
WAN - Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafên girtiyan gihiştiye aste herî bilind û polîtikayên hikûmetê yên tecrîtkirinê didomin. Li girtîgeha Wanê tîpa T’yê girtiya nexweş a 65 salî Pavîz Demîr rewşa wê nebaşe û nikare derkeve hevdîtinan. Bûka wê nêrazîbûn nîşanî vê helwesta hikûmetê da û got ku jineke 65 salî wê zirareke çawa bide wan? 
 
Li girtîgehan binpêkirina mafan gihiştiye asta herî bilind û niha  bi hezaran girtiyên nexweş di bin şert û mercên girtîgehan de tedikoşin. Yek ji van girtiyan ji girtiya nexweş a bi navê Pavîz Demîr e. Pavîz di sala 2012’an de di operasyonên KCK’ê de bi hinceta ‘Endama rêxistinê ye’ li gel 3 zarokên xwe hat girtin. Li gel girtinê Pavîz ji girtîgeha Bedlîsê tîpa E’yê sirgûnî girtîgeha Muşê ya tîpa E’yê hat kirin. Pavîz  4'ê  kanûnê  di sala 2012’an hate tehliyekirin. Di pêvajoya darizandinê de bi minesebeta ‘Endama rêxistinê ye’ ji Pavîzê re 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Pavîz nexweşa mîgren, şeker û tansîyonê ye. Buka Pavîzê Pakîze Demîr, bertek nîşanî rewşa Pavîzê da û diyar kir ku divê hikûmet polîtikayên xwe yên li dijî  girtiyan bi dawî bike û got ku pavîzê nikare di bin şert û mercên girtîgehê de bijî. 
 
‘6 sal û 3 meh jê re hatin birîn’
 
Pakîzeyê anî ziman ku di dosyaya xwesiya wê sucek tune ye  û got ku sucê wê tenê kurdbûne û wiha axivî;” Ez di serî de berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û niha bi tevlîbûna bi hezaran  girtî  didome pîroz û slav dikim. Xwesûya min di sala 2012’an de li gel 3 zarokên xwe bê suc hate girtin. Piştre hate berdan. Di pêvajoya darizandinê de 6 sal û 3 meh ceza ji xwesûya min re hate birîn. 5'ê adarê hate girtin û niha li girtîgeha Wanê ya tîpa T’yê ye. Di dosyaya wê de tu suc tune ye. Ji bo girtina me hincet tenê kurdbûyina me ye. Em vê zilmê qebûl nakîn û em ê tu car jî qebûl nekîn.” 
 
‘Girtina jineke  65 salî ya nexweş şerma Tirkiyeyê ye’ 
 
Pakîzeyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên nexweş û got ku ne berdana girtiyên nexweş şerma Tirkiyeyê ye û wiha dom kir;” Niha li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên nexweş hene. Her çiqas raporên wan ên nikare di girtîgehê de bimîne hebin ji, ev rapor esas nayê girtin û zilmê dikin. Xwesûya min nexweş e. Nexweşiya mîgren, şeker û tansiyonê ye. Car caran nikare derkeve hevîdtinan û rewşa wê her roj xirabtir dibe. Jineke 65 salî dikare çi bike, çi zirara wê heye? Divê xwesûya min bê berdan. Xwûsuya min bi alîkariya jinên girtî pêdivîyên xwe tîne cih. Nikare di bin şert û mercên girtîgehê de bîjî.  Girtina jineke  65 salî ya nexweş şerma Tirkiyeyê ye.” 
 
Polîtikayên li dijî girtiyên nexweş ne wicanî û helaqî ne’
 
Pakîzeyê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku bila nexweşên girtî ku xwesiya  wê jî di nav wan de ye bên berdan û wiha got:” Li girtîgehan mafê girtiyan tê binpêkirin. Li girtîgehan zilm û zordarî heye. Gava ku mijar dibe kurd dewlet ji her nebaşiyekê dike. Em vê polîtikaya hikûmetê ya li dijî girtiyan qebûl nakîn. Girtiyên nexweş dibê bên berdan. Di kîjan  qanûnê de ev tişt derbas dibe. Ev tiş dijwîjdanî û ne ehlaqî ye Ev zilme û îşkence ye. Divê hikûmet berpirsyariya xwe ya wîjdanî pêk bîne û deriyên girtîgehan veke û dawiyê li vê tecrîtê bîne.”