Menîcan Gulmez: Hikûmet ji aşitiyê ditirse

  • 09:03 6 Gulan 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî girankirina tecrîtê bi tevlîbûna 7 hezar girtiyan berdewam dike. Li dijî çalakiyan bêdengiya hikûmeta AKP’ê ji didome. Der barê pêvajoya grevên birçîbûnê û  Alîkara Serokê Partiya Azadî û Mirovan Menîcan Gulmez nirxandin kir.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 180'yî de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglara Amedê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê jî berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e. Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 166'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 142'an de ye. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 107'an de, ya Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê da destpêkirin di roja 115'emîn de, ya Rojnameger Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê da destpêkirin di roja 142'emîn de,  ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak ku li girtîgehê dane destpêkirin di roja 112'an de. 
 
Her wiha  Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 142'emîn de û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.  Têkîldarî pêvajoyê Alîkara Serokatiya Partiya Azadî û Mirovan (ÎOP) Menîcan Gulmez nirxandin kir. Menîcanê diyar kir ku hikûmet aşitiyê naxwaze û got ku daxwaza Gelê Kurd daxwaza rizgarkirina gelên Rojhilatanavîn e. 
 
‘Li dijî van çalakiyan bêdengî sucê herî mezin e’
 
Menîcanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî;” Li dijî tecrîtê çalakiya greva birçîbûnê biryareke siyasî ye. Li dijî girankirina tecrîtê bedena xwe ji mirinê re razandine ev ji tê wateya nêrazîbûneke mezin. Ev çalakî meşru û di cih de ye. Welat ber bi aloziyê ve diçe û dewletên navnetewî ji li djî vê aloziyê bêdeng dimînin. Ev tişt me matmayî dihêle. Niha li girtîgehan 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. Li dijî van çalakiyên greva birçîbûnê bêdengî sucê herî mezin e. Hem ji aliyê ol de û hem ji di aliyê mirovahiyê de tecrît ne tişteke rast e. Ne 7 hezar mirov ger yek mirov ji zirar bibîne ev ne wîjdanî ye ji bi mirovahiyê.” 
 
‘Hikûmet ji aşitiyê ditirse’
 
Menicanê bal kişand ser pêvajoya aşitiyê û got ku hikûmet aşitiyê naxwaze û wiha dom kir;” Pêvajoya aşitiyê lîstîkeke dewleta tirk bû. Hikûmet tu caran di pêkanîna aşitiyê de cidî nebû û me tu car ji hewlêdana hikûmetê bawer nekir. Ger ku hikûmet di pêvajoya aşitiyê de dilsoz bûna wê muzakereyan berdewam bikira. Gelên Tirkiyeyê li her deveran daxwaza xwe ya aşitiyê anîn ziman. Pêkanîna aşitiyê hikûmetê dixe rewşeke awarte. Ji ber wê li dijî aşitiyê tevdigerin û ji aşitiyê ditirsin. Hikûmeta AKP’ê li ser cenazeyan polîtîkayên xwe dide meşandin. Gava ku em li vê pêvajoyê ji dinêrîn, hikûmetê çawa ku dît di hilbijartinê de paldanka wan hejiya agahiyên cenazeyan hatin. Hikûmet bi meşandina vê polîtikayê hewl dide xwe bi hêz bike.”  
 
‘Aloziya  Rojhilata Navîn wê bi tifaqa kurdan pêkan be’
 
Menîcanê got, "Tecrîd zeilma dewletan a li ser kurdan e" û got ku li dijî vê polîtîkayê jî bertekên civakî hene. Menîcan destnîşan kir ku xwîna li Rojhilata Navîn tê rijandin wê bi yekitiya kurdan raweste  û wiha got: "Pirsgirêka kurd êşa herî giran a li rojhilata navîn e. Hêza ku aloziya li Rojhilata Navîn bi dawî bike kurd in û divê ku em li gorî vê tevbigerin.  Şerê Sûriyeyê ji bo berjewenidyên Tirkiyeyê bû û şerê li Iraqê jî hikûmeta tirk bi hêz kir. Ji ber ku fîrmayên tirk bi tirilyonan razemenî kirin. Gelê ku ji vî şerî zerar dît Gelê Kurd e û welatên ku herî zêde kar kirin jî yên Rojavayî bûn."
 
‘Daxwaza gelê kurd rizgariya gelê Rojhilatanavîn e’
 
Menîcanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku daxwaza kurdan daxwaza gelên Rojhilatanavîne û wiha bi dawî kir;” ji 40 salan zêdetire ev herême di nava şer de ye. Dibe ku navê wê nekirin şer, lê em bi şereke mezin re rû bi rû ne. Her cûreyên şer li vê herêmê tê kirin. Gel ji vê helwesta hikûmetê bêzar bû. Li Kurdîstanê di her malekê de 2 kes di girtîgehê de ne. Dewleta tirk ji bo ku kurdan xelas bike divê dengê wan qut bike ji ber wê ji bêdengî tiştê ku ew dixwazin e. Bêgûman ev daxwaza tu car pêk nehatiye. Mîsyon û rêvebirên vê pêvajoyê kurd in. Daxwaza kurdan daxwaza rizgarkirina gelên Rojhilata Navîne. Ji ber vê jî divê tecrîtê bi lez bi dawî bikin.”