ROJAEVA 6'Ê GULANA 2019'AN
- 09:00 6 Gulan 2019
- Rojev
*Girêdana jin û xwezayê weke girêdana dayik û zarokan e, çandinî bi destên jinê hatiye afrandin. jin karê curbecur dike, çandiniya bostanan û gulan, paqijiya kemonê(kimyon) û nîskan dike. Di vê demê de karê ku li gundan tê kirin çandiniya bostanan e. Serê sibehê zû karker radibin û berê xwe didin karê bostanan.Hejimara zêde ji van karekeran jin in. Jinên li ser vê mijarê wiha axivîn: ‘‘ji ber ku em jin parçeyekî xwezayê ne, em di nav axê de karê xwe bi aramî dikin.’’
*Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî girankirina tecrîtê bi tevlîbûna 7 hezar girtiyan berdewam dike. Li dijî çalakiyan bêdengiya hikûmeta AKP’ê ji didome. Der barê pêvajoya grevên birçîbûnê û Alîkara Serokê Partiya Azadî û Mirovan Menîcan Gulmez nirxandin kir. BI DÎMEN
*Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafên girtiyan gihiştiye aste herî bilind û polîtikayên hikûmetê yên tecrîtkirinê didomin. Li girtîgeha Wanê tîpa T’yê girtiya nexweş a 65 salî Pavîz Demîr rewşa wê nebaşe û nikare derkeve hevdîtinan. Bûka wê nêrazîbûn nîşanî vê helwesta hikûmetê da û got ku jineke 65 salî wê zirareke çawa bide wan? BI DÎMEN
*Marlene Dîetrîch ku di cîhana sînemayê de pêşdarên zayendî û nîjadperest hilweşand, di 6’ê Gulana 1992’an de jiyana xwe ji dest da. Marlene di fîlmê ku propaganda Nazî de lîstinê red kir û cilên dihat îdiakirin aydê mêran e li xwe kir û li ber ekranan jinek maçî kir û di salên 1930’î de serî li dijî zextên civakî û seksuel hilda.
*Bi rêbaza hunera pêlîstokan (amîgurumî) jin bi benên rengîn pêlîstokên xweş çêdikin û hem berhem derdixin holê hem jî stresê davêjin.
*Sezen Kayihan Dere diyar kir ku rewşa birayê wê Şafî Kayihan û hevalên wî yên li girtîgeha Panosê ji 1’ê Adarê de grevê de ne gelek xerabe û bang li hikûmetê kir ku divê daxwazê rewa û hiqûqî yên çalakgeran demildest bên qebûlkirin. BI DÎMEN