Polîsan êrîşî malbatên girtiyan ên xwstin daxuyaniyê bidin kir
- 17:12 5 Gulan 2019
- Rojane
WAN - Malbatên girtiyan di pêşengiya TUAYDER'ê de li Kolana Hunerê kom bûn û xwestin têkildarî çalakiyên greva birbûnê daxuyaniye bidin çapemeniyê. Polîsan mudaxaleyî malbatan kir û Hevserokê TUAYDER'ê Onder Acar ji serê wî de birîndar kirin.
Malbatên girtiyan di pêşengiya Komeleya Piştevanî û Şewirmendiya Malbatên Girtiyan (TUAYDER), li Kolana Hunerê ya Wanê kom bûn û çalakî pêk anîn. Malbatên di pêşengiya TUAYDER'ê de li Kolana Hunerê kom bûn, xwestin têkildarî çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, xizmên girtiyan, endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Wanê û nûneren gelek saziyên demokratîk jî tevli çalakiyê bûn. Dema Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan, xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê, polîsan kom dorpêç kir û êrîşî komê kirin. Piştî polîsan êrîş kir, gelê li kolanê bertek nîşanî polîsan da. Polîsan jî çêr li gel kirin.
Polîsan di êrîşê de 3 kesen navê wan nehat zanîn binçav kirin. Polîsan di êrîşê de Hevserokê TUAYDER'ê yê Wanê Onder Acar ji serê wî derb kirin û birîndar kirin. Onder ku ji serê xwe derb xwar ji ser hişê xwe çû. Onder bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Polîsan piştî êrîşê kolan dorpeç kirin.