Jinên kurd û ereb di mitîngê de piştgiriya xwe ya ji Leyal Guven re vegotin

  • 15:51 5 Gulan 2019
  • Rojane
KOBANÊ- Jinên ji Bakurê Sûriyê piştgiriya giravên birçîbûnê û rojiya mirinê kirin û bertekên xwe nîşandan.
 
Girêvên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ku di zindanênTurkiyê, Bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê û Ewropayê yên ku di 1`ê Mijdarê de bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û perlementera HPD`ê Leyla Guven dest pê kiribûn, niha jî bi 7000 çalakgeran berdewam e. Her wiha li kêleka wê jî 15 şoreşgeran  jî rojiya mirinê di zindanênTurkiyê de dest pê kirine. Di vê çarçoveyê de jinên ji Reqa, Minbic û Kobanê nêrînên xwe anîn ziman.
 
`Em ê welat û rêberên xwe azad bikin`
 
Jina ciwan Nava Yusif ku ji Kobanê ye wiha got: “Em berxwedana çalakgerên ku ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin silav dikin. Weke jinên Kobanê em ê têkoşîna xwe bilindbikin da ku em welat û rêberê xwe azad bikin.”
 
`Roj bi roj Îsrara me zêdetir dibe`
 
Her wiha jina bi nave  Ezab Udey ku ji Bajarê  Minbicê ye wiha got: “Weke jineke ji Minbicê û nave hemû gelê wê em piştgriya  çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo dikin. Em ji bo Leyla Guven soza xwe didin ku em ê bi pêşengiya wê parastina hemû destekftiyên xwe bikin û li dijî desthilatdariyê serî hildin. Em kiryarênArtêşaTirkiyê ya li ser  Efrînê şermezar dikin. Bi taybetjî jî  lêkirina dîwarê şermê ku armanc jê perçekirina Efrînê ye. Ev kiryar wê  hêza me ti caran  kêm neke. Berovajiyê wê roj bi roj îsrara me ya azadkirina rêberê mirovatî Abdullah Ocalan û rizgarkirina Efrînê zêdetir bibe.”
 
`Em ê xwedî li keda Rêber Apo derkevin`
 
Herî dawî jî jina ji Reqayê Dua Abdullah wiha nêrîna xwe anî ziman: “Jinên Reqayê bi dil û can bi LeylaGûven re ne. ji ber vê jî em destek didin çalakiya wê ya dîrokî. Rêber Apo  ji bo jin û mirovatiyê gelekê proje pêşkêşkir. Hîşt ku em rastiya xwe nas bikin. Ji ber vê jî keda wî li ser me pir e û divê ku em bi çalakiyên xwe layiqê wî bin. Lewra jî em heta dawiyê piştgiriyê didin girêvên birçîbûnê yên bêdem û dorveger.”