Li Bakirkoyê çalakiya rûniştinê

  • 15:24 5 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de xwestin li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya rûniştinê li dar bixin lê polîsan qebûl nekir. Malbatên ku ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin li ber mertalê polîsan çalakiya xwe pêk anîn.
 
Çalakiya nobetê malbatên girtiyên ku zarokên wan li dijî tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnêde ne îro jî li ber Girtîgeha Tîpa L a  Jinan berdewam kir. Malbat di serî de li ser rêya E5'ê li rawestegeha otobusan hatin gel hev. Li gel malabtan parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan, parlamenterê Stenbolê Zuleyha Gulum û parêzerên Komeleya Hiquqnasên Azadîxwaz jî tevli çalakiyê bûn. Malbat ber bi girtîgehê ve ketin rê.  
 
Polîs malbat asteng kirin
 
Polîsan li ser rê barîkat danîn û xwestin malabtên diçin ber girtîgehê asteng bikin. Li ser vê malbat û parlamenter bi polîsan re ketin niqaşê. Parlamenterên ku Bi Mudurê Navçeyê yê Bakirkoyê re ketin niqaşê diyar kirin ku ev biêhiqûqî ye û mudur jî wekî hincet ewlehiya girtîgehê nîşan da.
 
Polisler cezaevine giden yol üzerinde barikat kurarak ailelerin gitmesine engel olmaya çalıştı. Polis barikatına takılan aileler ve milletvekilleri bir sure polisle tartıştı. Bakırköy İlçe Emniyet Müdürü ile tartışan milletvekileri engellemenin hukuksuz olduğunu belirtti. Emniyet müdürü ise cezaevinin genel güvenliği gerekçesiyle oturamayacaklarını ileri sürdü. Bunun üzerine Züleyha Gülüm, "Oturmanın nesi yasak" diye karşılık verdi.
 
Malbatan çalakiya xwe li ber barîkatên polîsan pêk anî
 
Piştî niqaşê malbatan li ber barîkatên polîsan çalakiya rûniştinê pêk anî. Piştre jî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" ber bi Qada Şîrînevlerê ve meşiyan û çalakî bi dawî bû.