HDK: Deweta Tirk divê bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bê
- 15:07 5 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDK'ê bi minasebeta 82'emîn salvegera Komkujiya Dersîmê daxuyanî dan û gotin: “Divê lêborînê ji gelê Dersîmê bixwazin. Divê bi awayekî samîmî bi dîrokê re bên rûqalî hev."
Komîsyona Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi minasebeta 82’emîn salvegera 4'ê Gulana 1937'an a Komkujiya Dersimê daxuyanî dan û xwest rayedarên dewletê bi rastiya xwe re rû bi rû bibin. HDK'ê diyar kir ku biryara komkujiyê biryara plana tunekirina bi pergal e û wiha got: “Dîroka Tirkiyeyê dîroka komkujiya Gelên Ermeni, Suryanî, Elewî, Kurd, Êzidî, Çerkez, Ruman e. Dîsa dîroka sirgûnkirin û bişaftina gelan e.
Biryara komkujiya Dersimê di 4'ê Gulana 1937’an de bi biryara Lijneya Wezîran girtin. Pêşengên gelê Dersîmê neheq û li dijî hiqûqê hatin darvekirin. Biryara 4'ê Gulana 1937'an bi biryara Civîna Lijneya Wezîran ya tunekirin û îmhaya bi plan e. Divê hikûmet ji gelê Dersimê lêborînê bixwaze û bi rastiya dîrokê re hevrû bê."