Malbatan li Koşuyoluyê dorpêç bi berxwedanê hilweşandin

  • 14:35 5 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Malbatên berxwedêrên di greva birçîbûnê de li gel hemû astengiyên polîsan li Parka Koşuyoluyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Malbatên ku li dijî êrîşa polîsan li ber xwe dan li ber avahiya TUAY - Derê Çalakiya xwe didomînin.
  
Malbatên çalakgerên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ne îro careke din li Parka Koşuyolu ya li Baglara Amedê hatin gel hev.  Li parka ku serê sibehê bi barîkatan hat dorpêçkirin ketin û derketina parkê jî bi kontirol hatin kirin. Lê gel dorpêçê malbatên girtiyan xwestin li parkê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Plîsan destûr neda malbatan û 5 jê jin 7 kes bi derbkirinê binçav kirin. 
 
Li gel astengiyan çalakiya rûniştinê li dar xistin
 
Piştî êrîşê dayik li gel hemû astengiyan ketin Parka Koşuyolu û çalakiya rûniştin pêk anîn. Dayikên ku gotin ew naxwazin zarokên wan bimirin dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" berz kirin. 
 
Malbatên ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û parlamenterên HDP'ê yên Amedê Musa Farîsogullari, Salîha Aydenî, parêzeran û rêveberên HDP'ê û DBP'ê jî li gel malbatan cih girtin. Kesên ku xwestin piştgiriyê bidin malabtan bi êrîşa tunda polîsan re rûbirû man. 
 
Polîsan bi mertalan êrîşî dayikan kir
 
Piştî çalakiya rûniştin dayikan xwest bimeşin ber avahiya  TUAY - DER'ê. Polîsan xwest ku dayikan asteng bikin û hin dayik bi meralan hatin dafdan. Parlamenter Salîha Aydenîz bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: "Hun nikarin dest bidin dayikan hedê xwe bizanibin." 
 
Dayik li ber TUAY - DER'ê di çalakiyê de ne
 
Piştî dayikan bi israr xwest meşa xwe bidomînin, polîsan diyar kir ku ew destûrê nadin meşa girseyî û xwest ku kom bi kom ji parkê derkevin. Dayikan ev qebûl nekirin û ji bo meşê li ber xwe dan. Dayikan bi girseyî meşa xwe berdewam kir. Dayikên hatin ber avahiya TUAY - DER'ê bi dirûşman hatin pêşwazîkirin. Dayikan li ber avahiyê dest bi rûniştinê kir.